Helwestên derew û bê exlaq in
În 10 Çile 2025 - 03:30
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku bi daxuyaniyên derew û manîpulatîf ên têkildarî Rêber Abdullah Ocalan re tê armanckirin ku hewldana çareserî û aştiyê vala were derxistin û wiha got:“Em bang li her kesî dikin ku ji bo avakirina bingeheke demokratîk kedê bidin.” Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî helwestên derew û bêhurmet ên li hemberî Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:“Di vê demê de em hemû bi hev re dibînin ku muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan ji bo avakirina jiyaneke hevpar demokratîk, azad û wekhev hewl dide bi rola xwe ya dîrokî rabe. Li hemberî dijberî û hewldanên neçareserkirina pirsgirêka Kurd, ew di nava şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têkoşîneke bê eman dimeşîne.
Di demeke bi vî rengî ya dîrokî û hesas de li şûna ku nêzîkatiya exlaqî ya ji bo tevkariya li çareseriya demokratîk bê nîşandan, em dibînin ku li hemberî Birêz Ocalan bi rengekî derewîn, manîpulatîf û dûrî ji hezkirin û hurmetê nêzîkatî têne nîşandan. Em zanin ku li qenalên televîzyonê û medya dîjîtal nîqaşên di vê astê de bi navê fêhmkirina pêvajoyê têne meşandin xwedî pirsgirêka zîhniyet û dûrî exlaqê ne, ji bo têkbirina hewldana aştî û çareseriyê ye. Nêzîkatiyên bi vî rengî di şexsê Birêz Ocalan de li hemberî hêza wî ya çareseriyê û li dijî fikrê azadiyê ye ku bi felsefeya wî ya 'Jin, Jiyan, Azadî' li tevahiya cîhanê belav bûye. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku bi zimanê aştiyê bifikire, biaxive, helwesteke pozîtîf nîşan bide û ji bo xwegihandina zemîneke demokratîk ked û fikrê xwe nîşan bide."
MA/STENBOL