Helwêsteke Kurdistanî şert e

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • Karayilan: Înkarkeriya Tirkiyeyê dibe sedem ku cîhan rastiya wê bibîne. Li Kurdistanê terorê dike, lê ji me re dibêje terorîst. Gelê me qetil dike, lê bi dibêje, ‘ez sivîlan nakujim’. Bi her awayî gelê Kurd bi tevahî înkar dike û bi tiştekî nahesibîne. Rastiya dewleta Tirk înkar, komkujî û derew e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî. Wî got, li Başûrê Kurdistanê “hejmara nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk li qederê 100’î ye. Lê hejmara leşkerên li ser axa Iraqê bi cih bûne û çalak in herî kêm 30 hezar e.”

Karayilan sersaxî xwest ji wan malbatan re ku kesûkarên wan di komkujiya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane, şîfa xêrê ji birîndaran re xwest û got, komkujiyê rûyê rastî yê dewleta Tirk nîşanî dinyayê daye: “Niha dewleta Tirk ev komkujî înkar kiriye. Tevî ku dewleta Iraqê îsbat kir ku dewleta Tirk ev komkujî kiriye. Lê ev înkarkeriya Tirkiyeyê dibe sedem ku cîhan rastiyên wan bibîne. Ev rastî çi ye? Tişta ku Tirkiye her tim dike, ev e. Li Kurdistanê terorê dike, lê ji me re dibêje terorîst. Gelê me qetil dike, lê bi dibêje, ‘ez sivîlan nakujim’. Bi her awayî gelê Kurd bi tevahî înkar dike û bi tiştekî nahesibîne. Rastiya dewleta Tirk înkar, komkujî û derew e.”

30 hezar leşkerên dagirker hene

Murat Karayilan got, li ser erda Başûrê Kurdistanê herî kîm 30 hezar leşkerên dagirkeirya Tirk hene: “Hejmara nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hatine avakirin qederê 100’î ye. Lê hejmara leşkerên li ser axa Iraqê bi cih bûne û çalak in herî kêm 30 hezar e. Niha jî hêzên taybet, komando û hwd hemû tûgayên pispor ên dewleta Tirk niha li Başûrê Kurdistanê, yanî li Iraqê ne. Wê baş be ku mirov vê yekê rast bizane. Mijareke din jî ew e ku di pêvajoya sê mehan de ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Tîrmehê hejmara bombebaranên bi balafirên şer li ser axa Iraqê 2 hezar û 574 û hejmara êrişên bi helîkopteran jî 1933 ye.

Ya girîng ew e ku niha gelên Iraqê, dewlet û hikûmeta Iraqê li hemberî êrişên dewleta Tirk helwêst nîşan dane.

Bi dîtina min ev ji bo hikûmeta herêmê û PDK’ê firsendek e ji bo helwêsteke nû. Ger bixwazin, derfetek ji bo wan derketiye û dikarin li hemberî mêtingeriya Tirk helwêsteke nû bi pêş bixin. Bi gotineke din, li hemberî zêdebûna serdestiya mêtingeriyê û êrişkariya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hem helwêsteke neteweyî ya Kurdistanî û hem jî ya Iraqî bi pêş bixin, hem jî dikarin destketiyên nû bi dest bixin. Di vê wateyê de beşek ji siyaseta Başûrê Kurdistanê jixwe xwedî helwêst e; lê yên ku heta niha helwêst diyar nekirine, yên ku hevkariyê jî dikin, dîsa dikarin helwêstên nû nîşan bidin. Çawa ku ev yek pêkan e, di heman demê de hêvî jî hene ku vê siyasetê bibînin û destketiyên nû çêkin.”

Dewleta Tirk ji bo dagirkirinê êriş dike

Karayilan bi bîr xist ku dewleta Tirk yekser êrişî Başûr dike, û pêvajoya muzakereyên bi dewleta Tirk re kir: “Her kes vê yekê dizane. Ji bo çareseriyê divê gerîla xwe vekişîne Başûrê Kurdistanê. Piştre Erdogan, yanî dewleta Tirk tevî ku li Dolmabahçeyê peyman hat îmzekirin jî pêvajo xerab kir. Binêrin, em niha di salvegera vê yekê de ne. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de rasterast êrişî Başûrê Kurdistanê kirin. Û ji wê demê ve dewleta Tirk bi awayekî yekalî êrişên xwe li ser herêmên ku hêzên me lê heye, dike. Em jî bi awayekî rewa xwe û axa Başûrê Kurdistanê diparêzin.

Yanî di vê çarçoveyê de şer diqewime. Me şer neanî Başûr; dijmin ev şer aniye vir. Ne wisa ye ku em biçin li wan bixin û ew jî bersivê bidin. Êrişên yekalî dikin û bi giranî dixwazin sînorên ku jê re dibêjin Mîsaqî Mîllî dagir bikin. Em jî li dijî vê yekê ne; em axa Iraq û Başûrê Kurdistanê diparêzin. Ji ber ku dixwazin wan dagir bikin. Yanî rewş di esasê de ev e; divê di vê çarçoveyê de were fêmkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.