- Bahoz Erdal di çarçoveya berxwedana Garê de îşaret bi helwêsta bi rûmet a xelkê Başûr kir û anî ziman ku berxwedana gerîla jî ne tenê ya PKK’ê ya gelê Kurd hemûyî ye û got: “Pêwîst e ku rêveberiya Başûr derkeve bêje em rêz li têkoşîna PKK’ê û gelê Bakur digirin, em rêz li rêveberiya xweser û gelê Rojavayê Kurdistanê digirin.”
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de şirove kir, nexasim jî di çarçoveya berxwedana Garê de qala helwêsta xelkê Başûrê Kurdistanê kir û helwêsta xelkê Başûr weke helwêsteke bi rûmet destnîşan kir.
Hin beşên hevpeyvîna bi Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal wiha ye: “Gerîla li Garê derbeke gelekî mezin li dijmin xist. Hêza gerîla careke din derkete holê. Dewleta Tirk salên dawî timî propagandayê dike û îdîa dike ku ji ber çekên teknolojîk ên di destê wan de gerîla êdî nikare şer bike, nikare li ber xwe bide, gelê Kurd jî nikare doza azadiyê bimeşîne. Lê belê li Garê şehîd Şoreş û hevalên din bi berxwedana xwe propagandaya dewleta Tirk pûç kirin. Ji aliyê manewî û psîkolojîk jî gelek encam bi xwe re anîn. Dagirkeran careke din fêhm kirin ku hatina çiyayên Kurdistanê welê hêsan nîne. Her gava ku li çiyê avêtin wê berdêla wê bi rengekî giran bidin. Careke din ji bo operasyoneke bi vî rengî wê ne 10 caran, lê 40 carî bifikirin. Vê serketinê coşeke mezin da gelê me.
Gerîla careke din xwedî li hêvî û baweriya gelê me derket. Çi li Bakur çi jî li Başûr gerîla careke din nîşan da ku wê parastina vî gelî, vî welatî bike. Bi rastî jî li derdora serketina Garê ruhek neteweyî, ruhekî welatparêzî çêbû û serketina Garê bû ya Kurdan hemûyan. Em di nav de ne em dibînin, yên ku herî kêfxweş û serbilind bûn gelê Başûr û bi taybeytî gelê Behdînan e. Eger rêveberiya Başûrê Kurdistanê destûr bida, wê gelê me li Akrê, li Amediyê û Sersingê şahiyên mezin li dar bixista. Ev yek nîşan dide ku bi rastî jî êdî gelê me li Başûr ketiye wê ferqê ku êrişa dewleta Tirk li ser hemû Kurdistanê ye, berxwedana gerîla jî ne tenê ya PKK’ê ya hemû gelê Kurd e.
Xelkê Başûr xwedî ruhekî welatparêziyê ye
Helwêsta gelê Başûrê Kurdistanê pir hêja û pîroz e. Gelê me yê Başûr xwedî ruhekî welatparêziyê ya mezin e. Gel fêm kiriye êdî PKK tenê hincet e. Gel dizane ku PKK nebe jî wê dijmin hincetek din peyda bike. Gel dizane PKK nebe jî wê dijmin rêveberiya Hewlêrê bi PKK’yîbûnê sûcdar bike û êrîş bike. Di vî milî de gel rastî fêm kiriye û peywendiyeke pir baş di navbera gerîlayê azadiya Kurdistanê û gelê Başûr de heye.
Ji bo rêveberiya Başûr du tiştên esasî hene. Ya yekê, gelê me û tevgera me helwêsteke erênî ji wan dixwaze, vê hêvî dike. Rêveberiya me ya KCK’ê bi awayekî eşkere got; em rêzê li rêveberî û pêşmergeyên Başûr digirin û em nas dikin. Di vî milî de helwêsta me diyar e. Pêwîst e ku rêveberiya Başûr jî derkeve bêje em rêzê li têkoşîna PKK’ê û gelê Bakur digirin, em rêzê li rêveberiya xweser û gelê Rojavayê Kurdistanê digirin. Ev yek erkekî Kurdistanî û neteweyî ye li ser rêveberiya Başûrê Kurdistanê.
Ya duyemîn, divê ev xeterî bê dîtin ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûr e jî. Di fikra dewleta Tirk de ev heye; dibêjin, ji ber ku li Başûr rêveberiyeke fermî heye, li perçeyên din jî tevger û têkoşîna Kurdan dewam dike. Vê sedem dibînin. Armanca stratejîk a hedefgirtina Garê, Şengalê, Xakûrkê, dagirkirna Başûrê Kurdistanê ye. Niha rayedarên Başûrî, bi taybetî yên PDK dibêjin, gundî li hinek herêman bi rehetî nikarin biçin gundên xwe. Ger dewleta Tirk bikeve van herêman, kes nikare li Hewlêr û Dihokê jî bi rehetî bimîne. Artêşa Tirk tenê ji bo me nayê, divê hatibe fêmkirin ku ji bo wan e jî û li gor wê helwêst bigirin. Daxwaza tavgera me ji rêveberiya Başûr tenê ev e. Ev xeterî û metirsiya heyî li ser doza Kurd hemû ye. Li gorî ku gelê me fêm kiriye, em difikirin ku rêveberiya Başûr jî vê rastiyê dizane.
Erdogan bi şev û roj dibêje, li vê Rojhilata Navîn ‘ez ê rê nedim ku Kurd bibin xwedî statû,’ dibêje li ku derê be jî ew ê hedef bin. Rastî ewqas eşkere ye. Bi hinceta PKK’ê, vê rastiya dagirkeriyê nedîtin şaşiyeke pir mezin e, û divê were sererastkirin.
Berê xwe bidin jor
Em jî bi ruhê Garê li ber xwe didin. Divê ruhê Gare bibe ruhê gelê me hemûyî. Yê mirovên azadixwaz û demokratan hemûyî. Bi taybet ên ciwanan. Divê ciwan bi ruhê Garê tevbigerin. Dewleta Tirk wisa efsaneyek ji derewan, ji tirs û xofê ava kiriye. Divê ciwanên me ev perdeya tirsê biçirînin. Ciwanek bikeve zindanê, tê wê wateyê ku ew ciwanekî bi rûmet e loma êriş dikinê. Ciwanekî xwedî rûmet e loma dijmin wan dike hedef. Ew mirovên welatparêz û xwedî keramet in. Di destê dijmin de tenê terora wî û zîndanên wî hene. Di destê me de rûmeta me heye. Ciwanên Kurd divê bi ruhê Garê tevbigerin û berê xwe bidin jor.”
NAVENDA NÛÇEYAN