Helwêsta PDK’ê cihê şermê ye

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:18

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê Selam Elî derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdan, komplo û azadiya fizikî ya Rêber Ocalan axivî. Selam Elî destpêkê behsa êrişên dewleta Tirk, armanca êrişan, liv û tevgera dewleta Tirk a li Iraq û Başûr û helwesta gelê Kurd a li beramberî êrişan kir. Selam Elî bal bire ser armanca êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Gelê Kurd û got:“Armanca êrişan tinekirina gelê Kurd e. Ji ber ku Tirkiye naxwaze ti Kurdek zindî bimîne û divê hemû Kurd vê fam bikin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê hertim êrişên dewleta Tirk ên tevî alîkariya NATO’yê jî şikandine. Dewleta Tirk çi dema ji bo wê guncav bû, wê êrişeke dagirkeriyê pêk bîne. Me dît di çend rojên borî de bi droneyan êrişî Şengal, Kelar, Şêladiz, Silêmanî kir û berpirsên êrişan jî desthilatdarên Başûrê Kurdistanê ne. Ji ber ku li nav Herêma Kurdistanê agahî ji bo dijmin tê dayîn.”

Selam Elî îşaret bi liv û tevgera dewleta Tirk ya bi Başûrê Kurdistan û Iraqê jî kir û got:“Desthilatdariya Tirkiyeyê niha peywendiyên xwe ên bi partiyên Başûrê Kurdistanê re zêdedir kirine, dixwazin bi van peywendiyan tevgera dagirkeriyê rewa bikin. Li gorî min YNK dev ji xeta neteweyî bernade, ger Iraq bêdeng jî be, tevlî nabe. Lê peywendiyên PDK û Tirkiyeyê cihê şermezariyê ye. Tevgera azadiyê xwe ji bo hemû şertekî amade kiriye, ji bo vê, wê her tevgereke li ser Kurdistanê, bibe goristana dijmin. Herwiha gelê me dijî êrişan amade ye, çawa li dijî DAIŞ’ê rabûn, wê li dijî dewleta Tirk jî rabin.”

Selam da zanîn ku bangên Erdogan ên ji bo Xezayê nerast in û got:“Em dibînin Erdogan bi xwe komkujiyan bi ser Kurdan de tîne, êrişî cihên sivîlan dike, rojane Başûrê Kurdistanê bombe dike. Ez bang dikim ku em weke gelê Kurd xwe ji bo hertiştî amade bikin û eniyek netewî ava bikin. Em nebin beşek ji dagirker û xiyanetê.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.