Helwêsta ji bo darekê û xîret

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 10 Adar 2023 - 08:53

Baweriya mirov ya bi tiştekî, dike ku mirov helwêsta xwe jî li gorî wê nîşan bide. Gelek caran, helwêst xîretê nîşan dide û ev xîret tesîrê li hin kesên din jî dike. Jixwe, mirovên bê helwêst jî dûrî xîretê ne. Lê aktivîst, Julia Butterfly Hill hem xwedî helwêst e û hem jî xwedan xîret e. Serpêhatiyeke wê ya pirr balkêş heye.

Dema ku Julia Butterfly Hill li Kaliforniyayê, li nav daristanê ji xwe re digere, dibîne ku hin kes darên qerasê yên hezar salî dibirrin. Ev bûyer di Kanûna 1997’an de diqewime. Ev yek bala wê dikşîne û xwe li hemberî vê yekê nagire.

Wî zemanî, ew 23 salî bû. Ji bo dara hezar salî ya Sekoya neyê birrîn, wê biryar da ku li ser darê bijî. Ji bo wê, ev ne karê henekan bû û meseleyeke ciddî bû! Julia Butterfly Hill di navbera salên 1997 û 1999’an de 738 rojan li ser dara 55 metre dirêj jiya. Wê ji xwe re li wir malek çêkir û ji bo dar neyê birrîn, qet ji serê veneqetiya. Bi vî awayî wê û hevalên wê, nehiştin ku dar were birrîn.

Dara hezar salî ya Sekoya dê ji hêla şirketa Pacific Lumber Company bihata birrîn. Tevî ku du caran birûskê li darê dabû jî tiştek bi serê darê nehatibû û bi heybeta xwe hemûyî li ser piyan bû. Şirketa ku dixwest darê bibirre çend caran gef li aktivîstan xwarin û bi helîkoptêran çend rojan dora aktivîstan pêça, lê dîsa jî wê nekarîbû Julia Butterfly Hill û hevalên wê ji darê dûr bixin.

Julia Butterfly Hill, helwêsta xwe ji bo tiştên din jî nîşan da. Helwêsên wê tim radîkal bûn, weke nimûne wê nexwest bacê bide hikûmetê û ji dêvla baca xwe bide hikûmetê da kesên ku pêdiviya wan pê heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.