• Çalakiyên di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ li seranserî Ewrûpayê dewam dikin. Rewşenbîrên Kerkûkê jî piştgirî dan kampanyayê.

Çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dawiya hefteyê jî li welatên Elmanya, Fransa û Îtalyayê dewam kirin. Herwiha rewşenbîrên bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê jî, piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

FRANKFURT: Ciwanên înternasyonalîst û Kurd li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava li Balafirgeha Frankfurt ê Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Ciwanên ku li hundirê balafirgehê daxuyanî dan, diyar kirin ku ew ê li dijî êrişên dagirkerî û qirkirinê her tim li qadan bin.

Ciwanan destnîşan kir ku divê hemû ciwanên şoreşger li dijî êrişên dewleta Tirk li qadan bin û gotin ku saziyên mafê mirovan li hemberî êrişên dewleta Tirk ên ne mirovane bêdeng in. Ciwanên şoreşger di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bang li ciwanên Ewropayê kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û parastina paradîgmaya wî dakevin qadan. Ciwanan diyar kir ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê bibe armanca sereke ya çalakiyên wan. Ciwanan bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Gerîla” berxwedana gerîlayên Kurdistanê silav kir û bi berzkirina dirûşmeyên bi Elmanî, êriş teşhîr kirin û wan got, dewleta Elman şirîkê vî sûcî ye.

EVRY: Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry, TCŞ û TÊKO-JIN’ê bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Statu’ heta qada Mulenê meşek hat lidarxistin.

Gelek kes tevlî meşê bûn û gelek caran dirûşmeyên “Bîjî Serok APO", "Bê Serok Jîyan nabe", "Bîjî berxwedana gerîlla”, “Terorîst Erdogan” û “Li çiyan negere Apoyî li her derê ne” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e û gotin:“Divê bêyî welateke azad û nasnameyeke azad jiyan li me heram be.” Her wiha banga mezinkirina berxwedanê hat kirin.

DRANCY: Ciwanên endamên TCŞ’ê li banliyoya Drancyê ya Parîsê li hev civiyan û li dijî pergala êşkenceya Îmraliyê ya li ser Abdullah Ocalan tê meşandin, di çarçoveya pêngava "Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de çalakiyek li dar xistin. Ciwanên Kurd ku li Drancyê daketin meydanan, faşîzma AKP-MHP’ê şermezar kirin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwestin. Çalakger ji Navenda Civaka Kurd heta şaredariya Drancyê meşiyan û li vir daxuyanî dan. Çalakgeran diyar kirin ku ew tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Abdullah Ocalan wê bi tu awayî qebûl nekin. Çalakgeran daxuyandin ku wê her tim li kolanan bin û vê yekê wê bînin ziman.

Li Îtalyayê civîna 2 rojan

Li ser banga Tora Piştevaniya Kurdistanê ya Îtalyayê, bi dehan sazî, sendîka, partî, jin û rêxistinên hawirdorê li bajarê Bolonyayê ji bo civîneke 2 rojan hatin cem hev.

Civîn bi axaftina vekirinê ya Nûnerê Buroya Ragihandina Kurdistanê Yilmaz Orkun dest pê kir. Nûnerê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer jî mafê axaftinê girt û bal kişand ser girîngiya xweparastinê.

Ji Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Zîlan Diyar jî diyar kir ku ew di çarçoveya paradîgmaya Abdullah Ocalan de bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî di her qadên jiyanê de têdikoşin û banga berfirehkirina kampanyaya azadiyê kir.

Ji Kerkûkê banga azadiya Ocalan

Nivîskar û rewşenbîr Reşîd Kerkûkî têkildarî tecrîda girankirî ya ji aliyê hikûmeta qirker û faşîst ya AKP-MHP’ê ve li ser Rêber Ocalan tê ferzkirin axivî û got; “Abdullah Ocalan yek ji serkirde, pêşeng û Rêberên gelê Kurd e, pêşengiya piraniya gelê Kurd dike. Tecrîdkirina birêz Ocalan tê ferzkirin, binpêkirina mafên mirovane. Bi tu awayî nabe mafê wî yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bê qedexekirin.”

Nivîskar û wergêr Mutesem Mihemed jî got:“Bi tu awayî nabe ku mirov xwe rewşenbîr bizane û li beramberî girtin, tecrîd, êşkence û bêdadiyê bêdeng bike. Pêwîste hemû rewşenbîr li beramberî doza xwe ya netewî û birêz Ocalan bi hev re xwedî helwêsteke zelal bin.”

NAVENDA NÛÇEYAN