• KCKʼê li ser êrişa dewleta Tirk a li ser Garê got: Gelê me yê li Bakur, Rojava, Rojhilat û derveyî welat divê bi pêngava me ya 'Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye' bi çalakiyên xwe li dijî dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan bide. 

Konseya Rêveber a KCK’ê der barê êrişa dagirker a li dijî qada Garê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCK’ê de serdana wezîrê şer û fermandarê giştî yê artêşa Tirk a Bexda û Hewlêrê tê bi bîr xistin û tê gotin; “Artêşa dewleta Tirk a dagirker, qirker û mêtinger li dijî Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke dagirker da destpêkirin. 10’ê Sibatê ber destê sibehê li gelek cihan bi saetan êrişên hewayî hatine kirin û leşker danîne hin deveran. Aniha li Garê di navbera gerîlayên azadiyê û artêşa Tirk de şerekî giran didome.”

Mesrûr êriş rewa kiriye

Daxuyaniya KCKʼê ya der barê êrişa li ser Garê de weha dewam dike: “Qada Garê gelekî dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û di nav Başûrê Kurdistanê de ye. Her dem li dijî Garê êrişên hewayî dihate kirin. Cara pêşîn di erdê re leşker şandine û dest bi tevgera dagirkeriyê kirine. Bêguman ji bo tevgereke dagirkeriyê li dijî Garê divê bi destûr û pesendkirina PDK’ê be. Roja ku wê êriş pêk bihata, Mesrûr Barzanî li şûna ku li ber dagirkeriyê rabana, gerîla sûcdar kirin û bi vî awayî dagirkerî rewa kir. Jixwe ev du sê meh in hêzên leşkerî yên girêdayî PDK’ê dor li qadên gerîla girtine. Di nava şert û mercên wisa de dagirkeriya dewleta Tirk dest pê kiriye.

Di salvegera bêbextiyê de bêbextî

Tevgera dagirker a li dijî Garê di salvegera 22’an a komploya navneteweyî de pêk hat û ev jî eşkere dike ku armanca dewleta Tirk tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û qirkirina Kurdan e. Li Rojava ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd bi dawî bikin, êrişên dagirker dane destpêkirin. Dagirker bi gotina xwe ya 'Em ê şaşiya xwe ya li bakurê Iraqê li bakurê Sûrî nekin' êrişî Rojava dike. Aniha li qadên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê di şexsê gerîlayan de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan e û dixwazin federasyona Başûrê Kurdistanê jî ji holê rakin. Jixwe gelên Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd dibêjin ku ev êriş ne li dijî PKK û gerîlayan e, tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Heta ku tevgerên dagirker ên li hemû parçeyên Kurdistanê bi dawî nebin, wê ev êrîşên dewleta Tirk li dijî jiyan û hebûna azad û demokratîk a hemû parçeyên Kurdistanê bidome. Rayedarên dewleta Tirk û çapemeniya wan di her firsendê de diyar dikin ku Kerkûk û Mûsil ê wan in. Piştî êrişên dagirker ên li ser qadên Xakurkê û Heftenînê ku nêzî sînor in, ev êrişên li qadên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê, dibe gaveke girîng a bidestxistina wîlayetên Kerkûk û Mûsilê.

Êriş li ser Kurdan hemûyan e

HPGʼê da zanîn ku helîkoptêrên beşdarî tevgera dagirkirinê bûne, ji nava Başûr ango ji qadên di kontrola PDK'ê de rabûne. Jêderên xwecihî jî diyar dikin ku tevgera dagirkirinê ya li ser Garê, ji bajarokê Bakirmanê yê bajarê Akrê yê Başûr tê rêvebirin.

Êrişa li ser Garê ne tenê êrişa li ser têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK'ê ye, êrişa li ser hebûna gelê Kurd, êrişa li ser jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd e. Jixwe heta ku êrişa li ser her parçeyê Kurdistanê weke êrişa li ser hemû Kurdan neyê dîtin û li gorî wê helwest neyê nîşandan, ne pêkan e ku hemû parçeyên Kurdistanê azad bibin û dibe ku destkeftiyên heyî ji dest biçin. Ji ber vê, li dijî êrîş û tevgera dagirkirinê ya li ser Garê gelê me yê li hemû parçeyan û derveyî welat, hêzên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, jin û ciwan divê helwesta xwe nîşan bidin. Bi vê êrişê re li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê divê tevgereke gel çêbibe, partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend, ciwan û jin tevlî nav vê tevgera gel bibin. Gelê me yê li Bakur, Rojava, Rohilat û derveyî welat jî, pêngava me ya 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; Dema azadiyê ye' li dijî vê dagirkirinê bi çalakiyên aktîf bibe xwedî helwesteke berbiçav. Li her deverê di serî de jin û ciwan divê gelê me rabe ser xwe û tevlî pêngava şikandina vê dagirkirinê bibe.

Li dagirkeran qadê teng bikin

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker ên weke dewleta Tirk, li dijî her êrişa dagirker helwesta xwe ya welatparêz û şoreşger daniye holê. Me ji bîr nekiriye ku dema tevgera dagirkirinê ya 2008'an a li ser Zê, li Amediyê, Derelok û Şeladizê gel bi helwesteke çawa rabûye. Bi vî rengî yek ji berxwedana herî birûmet a dîroka Kurdistanê daniye holê. Her wiha li dijî baregehên li Şeladizê helwesta gel weke bîrdariya rûmetê li dîrokê cihê xwe dîtiye. Ev helwest rêzaniyê ji çalakiyên îro yên li dijî dagirkeriyê re dike. Di vê çarçoweyê de li dijî tevgera dagirker a dewleta Tirk a li ser Garê, di serî de Duhok û Akre, bajar û bajarokên Kurdistanê hemû divê rabin ser xwe, nîşan bidin ku Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê kes nikare dagir bike. Başûrê Kurdistanê divê li dagirkeran were tengkirin.”

ANF/BEHDÎNAN