Helîkoptereke din li Zê ket

Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:13

  • Gerîlayên azadiya Kurdistanê, di berxwedana li Zê de 24´ê Têrmehê bi şev helîkoptereke Skorsky ya dagirkeriya Tirk xiste xwarê. Tevahiya dagirkerên di helîkopterê de hatin kuştin.

HPG’ê diyar kir ku di 24’ê Tîrmehê de helîkoptereke Skorsky ya ku dixwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, bûye hedefa gerîlayan û got “Piştî ku agir bi helîkopterê ket, helîkopter ket erdê û dagirkerên tê de hatin cezakirin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, dewleta Tirk a mêtinger beriya bi 7 salan, di 24’ê Tîrmeha 2015’an de bi tifaqa hevpar a faşîst êrişeke qirker li dijî Kurdan û tevgera azadiya Kurdan daye destpêkirin û di van 7 salan de negihiştiye armanca xwe. HPG´ê di dewamê de derbarê rewşa şer a meydanî de got, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di sala heştemîn a vê êrîşa qirker de biryadarî û baweriya xwe zêdetir kiriye û serfirazî ji xwe re kiriye armanc û ber bi serketinê ve diçe. Tîmên me yên gerok ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, 24’ê Tîrmehê bi şev helîkoptereke Skorksy ya dagirkeran xist xwarê û dagirkerên di helîkopterê de ceza kirin. Hêzên me derbeke gelekî xurt li dagirkeran da û peyameke watedar da dagirkeran.
Artêşa Tirk a ku sûcê şer dike ku nekarî berxwedana hêzên me bişkîne, 9 caran bi balafirên şer, 22 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi hawanan çeperên şer ên Qada Berxwedanê bombebaran kirin.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir:

Li Zê (Zapê)
Di 24’ê Tîrmehê de helîkoptereke Skorsky a ku dixwest dakeve Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê hêzên me ve ji nêz ve hate hedefgirtin. Agir bi helîkopterê ket û xwest dûr biçe, lê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ket.
Di 24’ê Tîrmehê de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkeran da. Li vir di navbera hêzên me û dagirkeran de nîv saetê şerekî dijwar qewimî. Dagirker gavekê vekişiyan.
Di 24’ê Tîrmehê saet 00:15’an de helîkoptera êrişê ya ku xwestibû Qada Berxwedanê ya Karker bomberdûman bike, ji aliyê hêzên me hate hedefgirtin û hate gulebarankirin. Helîkopter neçar ma ji herêmê derkeve.

Li Metînayê
Roja 24’ê Tîrmehê, saet di 11:25 û 14:50’î de, dagirkeran dixwest ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin.Tîmên me yên bi tevger 2 caran bi taktîkên sabotajê derb li wan xist.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.