- HPG´ê doh da zanîn ku gerîlayan di çalakiyên li Avaşîn, Zê û Metînayê de herî kêm 34 leşkerên dagirker kuştine û helîkoptereke Skorsky jî tevî dagirkerên tê de îmha kiriye.
HPG´ê bi daxuyaniyên xwe yên doh da zanîn ku gerîlayên Kurdistanê 34 dagirker kuştine, helîkopetereke Skorsky û droneke dewleta Tirk jî xistine xwarê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê doh da zanîn ku di salvegera 18´an a pêngava 1´ê Hezîranê de çalakiyên xurt hatine gotin, "Di encama van çalakiyan de helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin, droneyeke hate îmhakirin, 12 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û sîstemeke kamera ya mobesseyê hate îmhakirin. Her wiha hêzên me yên YJA Starê bi ruhekî mezin ê êrişê çûn ser cenazeyên dagirkeran, 2 çekên MPT, 2 rext, debanceyek û 2 şarjorên van debanceyan, telefonek, 2 qertên telefonê, 2 fener, 4 mayinên ji teqînê re amade, kamerayek li serî tê bicihkirin, çanteyekî leşkerî û malzemeyên jiyanî desteser kirin."
HPG´ê kite bi kite wiha behsa van çalakiyan kir:
Li herêma Avaşînê
28'ê Gulanê saet di navbera 08:00-14:40'î de li dijî dagirkerên ku dixwestin bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li Qada Berxwedanê ya Werxelê bibarînin, 3 caran bi çekên ferdî, 2 caran bi çekên giran û 2 caran jî bi rêbaza sabotajê hêzên me çalakî li dar xistin. Di encama vê destwerdana xurt de dagirker gavekê vekişiyan.
Li herêma Zê (Zapê)
27'ê Gulanê saet di 08:00, 14:00 û 18:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkoptereke bi tîpa Skorsky xwest hêzên xwe li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Leşker deyne. Hêzên me yên YJA Starê derbên giran li helîkopterê dan û helîkoptera derb xwar hewl da xwe bigihîne qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê û kete nava Çemê Zê, li wir îmha bû.
28'ê Gulanê saet di 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, hêzên me li dagirkerên li derdora çeperên şer da. Wan dagirkerek kuşt, dagirkerên mayî jî di nava panîkê de li qadê belav bûn.
28'ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara droneyek ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate xistin.
28'ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, 3 dagirkeran dixwest ber bi çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan ve biçin. Hêzên me yên YJA Starê bi sabotajê li wan xistin. Dagirkerekî hat kuştin ji zinar kete xwarê. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkerên din xistin. Hêzên me çûn ser cenazeyên van dagirkeran û 2 çekên MPT, 2 rext, debanceyek, 2 şarjorên van debanceyan, telefonek, 2 qertên telefonê, 2 fener, 4 mayinên li ber teqînê, kamerayeke serseran, çenteyekî leşkerî û malzemeyên jiyanî desteser kirin. Heman rojê saet di 16:00´an de hêzên me bi çalakiyeke koordîneyî ji 3 baskan ve li dagirkeran da. Di encamê de 4 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker birîndar bûn. Dagirkerên ku piştî çalakiyê bi çekên giran bombe li qadê barandin, xwestin ji nû ve bi pêş ve biçin. Hêzên me careke din li dagirkeran da û bi sabotajê 2 dagirker kuştin, 3 dagirker jî birîndar bûn.
Li herêma Metînayê
28'ê Gulanê saet di 07:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Şehîd Zemanî, hêzên me bi çekên ferdî çalakî kir û 2 dagirker kuştin.
25'ê Gulanê saet di 22:30'î de li Girê Koordîne sîstemeke kamera ya mobesse ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.
22 dagirkerên din hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê beriya vê daxuyaniyê, daxuyaniyeke din jî doh da. Wê got, “Hêzên me li qadên berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî yên herêma Zapê, li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk dest bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş kir. Di çalakiyên tîmên nîvtevgerî de ku bi ruhê fedaî yê Apoyî hatin lidarxistin, yek jê payebilind 22 dagirker hatin kuştin, 2 dagirker birîndar bûn, derb li helîkoptereke bi tîpa Skorky û 2 helîkopterên êrişê hate xistin û cîhazeke jammer hate îmhakirin. Fermandara YJA Starê ya leheng hevrêya me Nalîn Firat ku pêşengî ji çalakiyên li qada berxwedanê ya Girê FM re kir û bi ruhê fedaî bi ser dijmin ve çû û derbên giran lê dan, şehîd bû.”
HPG´ê nasnameya şehîdê wiha eşkere kir:
Nalîn Firat (Maşallah Kaynak) a li Şirnexê ji dayik bû, keça Hafîze û Ramazan, 27’ê Gulana 2022´yan li Zê şehîd bû.
BEHDÎNAN