• Artêşa Tirk a dagirker ku xwe berda Garê, li garê derbên giran ji gerîlayan xwarin. HPG´ê da zanîn ku bêhtirî 30 eskerî hatine kuştin û êrişên niha tên kirin jî ji bo parastina komek eskerên Tirk e yên ku gerîla dor li wan girtiye. 

Gerîlayên HPG û YJA Starê êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 10'ê Sibatê ya li Garê tarûmar kir. Bêhtirî 30 leşkerên Tirk hatin kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê daxuyaniyek weşand. HPG´ê got, "10'ê Sibatê saet di 05:00´an de di navbera hêzên me û dagirkerên li devera Siyanê şer dest pê kir. Hêzên me derbên giran li dagirkeran xistin û di encamê gelek dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Dagirkerên ku derb xwarin bi gavekê xwe vekişandin. Qada şer û kampeke li herêmê bi balafirên şer bi rengekî giran hate bombekirin. Piştre, dagirker li hev kom bûn. Hêzên me careke din li êrişî dagirkeran kir û bi dehan dagirker ceza kirin. Dagirkerên ku derbeke giran xwarin, neçar man ku ji qada şer vekişin.

Artêşa Tirk a dagirker nîvrojê û piştre bi balafirên şer 6 caran bombe li meydana şerî barandin. Dijmin piştre xwest ku bi helîkopteran bombeyan li heman deverê bibarîne, lê belê bi destwerdana hêzên me re helîkopter neçar man ji herêmê biçin.

Şerê li qada Siyanê ji 10'ê Sibatê ve dewam dike. Di heman demê de liv û tevgera balafirên keşfê û şer li ser herêma Garê dewam dike.

11'ê Sibatê li Garê qada Sêdarê 6 caran, qada Nêranê 5 caran, derdora gundên Museleka, Bilindbazê û Şikeftiyanê jî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Ji 11'ê Sibatê saet 20:00´an heta niha li xeta Akrê-Siyanê û li devera Qela Sedam liv û tevgera helîkopterên Skorsky dewam dike.

Şikest xwarin

Hêzên dijmin hewl dan li xeta Ergenê û Siyanê bi cih bibin û li herêmê belav bibin. Xwest ku hêzên xwe li gelek qadên din ên Garê deynin, lê belê ev hewldana wan bi destwerdana hêzên me hate astengkirin. Êrişa artêşa Tirk a li ser Garê li pêşberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê têk çû, tarûmar bûn û hêzên dagirker ên li deverê hatin danîn ji aliyê hêzên me ve hatin dorpêçkirin. Artêşa Tirk tenê bi êrişên giran ên hewayî hewl dide hêzên xwe biparêze.

Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî hêzên me bêçare maye û derbên giran dixwe, giranî daye ser teknîka şer û timî bombeyan li deverê dibarîne. Hêzên me bi taktîk û rêbazên dema nû yên gerîla, teknîka artêşa Tirk a dagirker pûç kiriye û derbên xurt lê dane. Artêşa Tirk a dagirker li gel teknîka xwe ya şer jî nekarî li pêberî îradeya Apoyî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê encamê wergire, derb li ser derbê xwarin."

Bêhtirî 30 eskeran hatin kuştin

HPG´ê got, "Di şer de zêdeyî 30 kuştiyên artêşa Tirk çêbûn. Hejmara şehîdên me bi qasî yên hatine ragihandin nîne, dema bê wê tevî navên wan li raya giştî bên eşkerekirin.
Li ser tevlîbûna hêzên PDK'ê ya yekser li operasyona Garê, tespîteke me nîne. Agahiyên di vî warî de ne rast in. Lê belê helîkopter û hêzên artêşa Tirk a dagirker ên tevlî êrişa Garê bûn, ji Şirnexê çûn baregeha Başîkayê, ji wir jî derbasî nehiya Bakirman a navçeya Akrê bûn û ji wir jî hatin Garê."

NAVENDA NÛÇEYAN