• Dewleta Tirk a dagirker careke din hewl da bi helîkopterê leşkeran deyne ser deverên nêzî çeperên şer ên Şehîd Gelhat ên li Girê Amediyê deyne. Helîkopterê nekarî deyne, derb xwar û li nêzî qereqola Girê kete xwarê, bi temamî îmha bû.   

Helîkoptera Skorsky ku dixwest leşkeran li derdora çeperên şer ên li devera Şehîd Gelhat a Girê Amediyê deyne, ji gerîla derb xwar. Piştre jî li nêzî Qereqola Girê kete xwarê û îmha bû. Bi vî awayî ji 17´ê Nîsana bihurî ve gerîlayên azadiya Kurdistanê 7 helîkoterên dagirkeran îmha kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser rewşa dawî ya şer a meydanî got, “Hêzên me li gel şert û mercên giran jî ji bo parastina azadî û hebûnag elê Kurd berxwedaneke bêhempa dimeşînin ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. Artêşa Tirk a dagirker nikare berxwedana hêzên me bişikîne. Ji ber vê yekê jî her roj nirxên mirovahiyê binpê dike, bi rêbazên herî hovane êrîş dike, bi rengekî bêperwa çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne û sûcên şer dike. Artêşa Tirk a dagirker [19 û 20´ê Nîsanê] Qadên Berxwedanê 22 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 18 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi tank û çekên giran bombe kir. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara li hemberî çeperên şer bombeya fosforê bi kar anî.

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê fedaiyane li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe da. Gerîlayên azadiyê di çalakiyên bi pêşengiya tîmên bi tevger de helîkoptereke Skorsky anîn xwarê, dagirkerek ceza kirin û 3 sîstemên kamera yên mobesse û droneyek îmha kirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Xakurkê

20'ê Tebaxê saet 06:15'an li qada Şêxzade ya herêma Xakurkê, 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin. Piştî çalakiyê drone li ser qadê firiyan û di encama destwerdana hêzên me de drone neçar man ji qadê biçin.

Li Metînayê

18'ê Tebaxê li herêma Metînayê, leşkerên Tirk ên dagirker ji Girê Çarçelê ya hêzên PDK'ê lê bi cih bûne, xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Piling ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ve biçin. Tîmên me yên bi tevger li van dagirkeran xistin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi balafirên şer bombe li vê qadê barandin. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man ji qada Şehîd Bilind vekişin.

19'ê Tebaxê saet di 21:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, liv û tevgera helîkopteran hebû.

Helîkoptereke bi tîpa Skorsky ku dixwest dagirkeran il derdora çeperên şer ên li qada Şehîd Gelhat deyne, bû hedefa tîmên me yên bi tevger. Tîmên me yên bi tevger ji nêz ve derbên giran li helîkopterê dan. Helîkoptera Skorsky ku nekarî dagirkeran deyne qadê, berê xwe da sînorê Bakurê Kurdistanê û li nêzî qereqola Girê ya li navçeya Çelê kete xwarê. Bi saetan şewitî û bi temamî îmha bû. Hejmarê dagirkerên hatî kuştin nehat zelalkirin.

20'ê Tebaxê saet di 11:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi sabotajê li dagirkeran hate xistin, wan berê xwe dabû çeperên şer ên li qadê.

20'ê Tebaxê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li derdora çeperên şer, bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Droneyeke ku piştî çalakiyê li ser qadê geriya, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate îmhakirin.

20'ê Tebaxê saeti di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.

20'ê Tebaxê saet di 21:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li dagirkeran hate xistin.

21'ê Tebaxê saet di 06:00 de bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

BEHDÎNAN