ZEYNEB ÎSA / NÛJINHA / QAMIŞLO
Di van salên dawî de bi taybet jinên ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di karên hunera destan de xwe bi pêş dixin. Yek ji wan jina ciwan Helez Temo ya 17 salî, ji bajarê Qamişlo ye salek e berhemên destan çêdike. Helez Temo têkildarî kar û armancên xwe ji me re axivî.
Ji dapîra xwe hîn bûm
Helez Temo wiha qala destpêka karê xwe kir û got: “Karê min karê destan e ji bo xemla ku jin bi kar bînin weke bazin, ristik, guhar û hemû tiştên ji bo xemilandina cejna Newrozê û diyariyan çêdikim. Ji zarokatiya xwe ve ji karên destan hez dikim, ji ber ku dapîra min çêdikir ez ji wê hîn bûm. Min ji zarokatiya xwe ve dest pê kir. Di sala 2022’yan de min malperek vekir bi navê karên desta li ser medyaya dîjîtal û min dest bi karê xwe kir. Zêde kesê malpera min nas nedikir û ne xuyayî bû di wê demê de ez di refa 12’an de bûm di ber xwendina xwe de jî min ev karên destan çêdikir.”
Dixwazim dikanekî vekim
Helez Temo bal bire ser amûrên ku di karên dest de bi kar tîne: “Sala borî mîhrîcanek li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê çêbû ez tevli bûm. Di wê derê de bû derfetek ku karê min were xuyakirin navê malpera min hat xuyakirin. Amûrên ku ez bi wan kar dikim morîk in. Ev demek e min karê xwe berfirehtir kiriye weke dep, birwaz û şewitandina li ser depan ew jî balê dikişîne. Dixwazim di pêşerojê de dikaneke bi navê Helez vekim .” Helez Temo herî dawî bang li jinan kir û xwest ku ji xwe bawer bin û hewceyî tu kesan nebin û got:“Di dawiyê de ez dixwazim ji hemû jinan re bibêjim kar bikin jêhatîbûna xwe di vî karî de derxin hole û afirandina li gel xwe derxin û bikin xizmeta xwe.”