Helbestvan û dîroknasa Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Sibat 2023 - 05:17

  • Mestûre Erdalanî li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê tê dinyayê, di warê wêje û dîroknasiyê de weke jineke pêşketî tê zanîn. Wê ev yek bi berhemên xwe nîşanî xelkê daye û weke yekem dîroknasa jin a Rojhilata Navîn jî tê naskirin.

Di dîrokê de jinên Kurd di gelek waran de bi rola xwe rabûne û navê xwe di dîrokê de nivîsandine. Yek ji wan Mestûre Erdelanî ye. Mestûre Xanim, Mahşeref Xan yan jî ew weke Mestûre Erdelanî jî tê nasîn, helbestvan, nivîskar û dîroknasa Kurd e. Weke yekem dîroknasa jin a Kurd tê dîtin. Zimanê Kurdî, Farisî û Erebî li gel bavê xwe Ebu El Hesen Begê Qadirî, fêr dibe.

Hevjînê wê Xosro Xanê Erdelanê, hakim bû û bi mirina wî re, mîrtiya Erdelanê dikeve destê Qaçaran. Bi êrişên serweriya Qaçaran ên sedsala 19’an yên li dijî mîrîtiya Erdelanê re, Mestûre, tevî malbata xwe koçî Silêmanî dike û li gel mîrîtiya Baban bi cih dibe. Ji bilî nivîsên dîrokî û mezhebî, Mestûre Xanê gelek helbestên Kurdî û Farisî jî li pey xwe hiştine.

Mah Şeref Xan yan jî Mestûre Erdelanî, sala 1804’an, li gorî hinek çavkaniyan jî 1805’an, di dema hikûmeta Îmamollah Xan Welî yê Erdelanî de di nav malbateke xwedî çanda Qadirî, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê tê dinyayê. Ev dîroknas û helbestvana Kurd bi navê “Mestûre” hatiye naskirin. Ewê bi xwe, ev nav hilbijartiye û weke navekî helbestî bi kar aniye. Mestûre bi detsnivîsa xwe ya pirr bedew, bi helbest, zanîn û zîrektiya xwe dihate nasîn. Mestûre Xan, berevajî rêûresmên dîrokî û serdema wê, ji bo xwendinê û gihîştina jiyaneke baştir, derfetê peyda dike ku di warê zanistî de perwerde bibe, xwe bi pêş bixîne.

Di demek kin de ev jina bi hêz, Mestûre Erdelanî di kar û barê nivîskariyê de bi pêş dikeve, cihekî girîng di nav wêjeyê de digire. Mestûre Erdelanî, bi jêhatîbûna xwe ya di warê helbestan de karî ku di demeke pirr kin de cihekî girîng di nav helbestvanên dema xwe de bigire û li hemberê wan bi sekneke bi hêz di warê dîroknasiyê de jî gavê bavêje û serketî be. Mestûre Erdelanî yan jî Mah Şeref Xan, di hivdeh saliya xwe de û ji neçariyê bi Xosro Xanê kurê Îmamullah Xanê mezin re tê zewicandin.

 

Ji wêjeya Farisî û Erebî hez dike

Di helbestên xwe de ew navê Mestûre bi kar tîne. Maneya vî navî ‘nepenî, şehreza, ecêb’ e. Di temenê xwe yê piçûk de meraqa wê ji bo wêjeya Farisî û Erebî çêdibe û xwe di vî warî de bi pêş dixîne. Her wiha di ilmên fiqiha îslamî de jî xwe bi pêş dixîne. Bavê wê ji malbata şêxên Qadiriyan û diya wê jî ji malbata wezîrê Kurdistanê bû. Bavê Mestûrê, Ebû Hesen Beg bi xwe mirovekî zanyar bû, di demeke pirr kin de tê digihêje ku keça wî keseke zana û têgihiştiye û ji bo vê jî biryarê dide ku wê bide xwendin. Pismamê wê dîroknas Elî Ekberê Kurdistanî ye, her wiha xwediyê pirtûka “Gulistana El Nasiriyê” ye, ew pirtûka ku li ser dîrok û erdnîgariya Kurdistanê hatiye nivîsîn. Jixwe, Xosro Xan jî bi wêjeyê re elaqedar dibû. Sala 1834’an hevjînê wê ji nexweşîya kezebê di 29 saliya xwe de dimire.

 

Dîwana helbestan ya ji 20 hezar beytan

Piştî mirina Xosro Xan, di navbera mîrîtiya xanedana Erdelananê de parçebûn çêdibe û Mestûre neçar dimîne ji bajarê Sine derkeve û biçe Silêmaniyê. Tê gotin, Mestûre di nav jiyana koçberiyê de gelek zor û zehmetiyan dibîne, jiyaneke gelek zehmet dibihurîne. Zanyarê Kurd Yahya Merîfet di sala 1926’ an de dîwana helbestên Mestûreyê çap dike. Lê berhema wê ya dîrokî ya bi navê “Dîroka Erdelanê” sala 1946’ an  ji alîyê zanyarê Kurd Nasir Azadpûr ve tê çapkirin. Her wiha pirtûka Mestûre ya bi navê “Dîroka Erdelanê” li Moskovê sala 1990’î bi zimanê Rûsî jî tê çapkirin. Li gorî hin çavkanîyan, dîwana helbestên Mestûre ji 20 hezar beytî pêk hatiye. Tê gotin, Mestûre Erdelanî gelek helbestên xwe jî bi Kurmancî nivîsîne, lê mixabin helbestên wê yên bi Kurmancî, heta roja me ya îro nehatine û rastiya vê agahiyê zelûl e.

 

Dîroknasa Rojhilata Navîn

Mestûre xwedî kesayeteke mezin û helbestvan bû. Bi helbestvanî û hunerê xwe yê di nivîskariya dîrokê de dihat nasîn. Hîna di saxiya Xosro de gelek helbestvan û zana li dîwana wan kom dibûn û nîqaşên wêjeyî, felsefîk û ilmî dikirin. Di wan civatan de Mestûre xwedî cihekî cuda bû. Ji ber kesayeta xwe ya zana, gelek helbestvan û nivîskaran di berhemên xwe de behsa wê jina bi nav û deng kiriye. Her wiha gelek nivîskar û helbestvanan ji vê jina zana feyz û îlham girtine. Ne tenê dîroknasa Kurdistanê, di heman demê de yekemîn dîroknasa jin a Rojhilata Navîn e.

Dîwana wê bi Farisî û Kurdî hatiye nivîsîn. Gelek helbestên wê bi zimanê Farisî ne û di hêla bikaranîna zimanê helbestan de xwedî stîleke cihê ye.

 

Ji Nalî re helbestekê dinivîse

Di hin helbestên xwe de behsa evîna xwe dike û heskirina xwe a bi Xosro re tîne ziman. Di gelek helbestên xwe de jî gazincan ji demê dike û ji rewşa xwe bêzar û bi gazin e. Bi taybetî di helbestên xwe de behsa bajarê xwe Sine dike yê ku ew hesreta wî ye. Yek ji helbestên wê gelekî berbiçav e û li gor dema xwe bandoreke mezin di warê wêjeyê de çêkiriye. Ev helbest, wê ji helbestvan Nalî re nivîsiye. 

Helbesta ku ji helbestvan Nalî re dinivîse û di nav de gelek rexneyan jî dike, ev e:

Nalî Cafe nî, Nalî Cafe nî

Çêş waçûn we to ke Cafe nî

Ba şermesar ney dinyay bê to

Her îne be sen Mestûre pey to!..

 

Beyteke din a Mestûre Erdelanî:

Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwan im,

Le hemû xêlê jinan de niye kes hawşan im:

Le jêr serwênekem de serêke hêjay tac,

Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im.

 

Sala 1848´an wefat kir

Mestûre Erdelan sala 1848’ an de ji ber nexweşiyê li Silêmaniyê koça dawî dike û li goristana li Girê Sêwan tê veşartin.

Berhemên wê evên li jêr in:

Baweriya Îslamê û Rîsaleya ‘Îbadetê. Bi Farisî

Dîwan (Dîwan-î Masturah Kurdistanî) – Farisî û Kurdî

Dîroka Erdelanê (Khronika Doma Ardalan: Ta’rikh-i Ardalan)

Her weha pirtûkeke olî jî amade dike ku derbarê “Şerîeta îslamê” de ye. Pirtûkên wê nîşaneya lêhûrbûn û kûrbûna wê ya derbarê ol û dîrokê de nîşan dide. Wê bi xwe “12 ilm qedandine”.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.