- Bi armanca xurttkirina behreyên xwendekaran, li Girkê Legê pêşbirkeke helbestan hate lidarxistin.
Bi armanca xurttkirina behreyên xwendekaran, li Girkê Legê pêşbirkeke helbestan hate lidarxistin. Komîteyên Rêveberiya Dibistanan û
Çalakiyên Dibistanan ên li navçeya Girkê Legê bi hevkariya Tevgera Xwendekaran a Demokratîk, pêşbirk ji bo xwendekarên qonaxên navîn û amadehî li dar xist.
Pêşbirk bi navê ‘Pêşbirka Şehîd Behdînan Kobanê’ li Navenda Sendîkaya Bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişloyê bi tevlîbûna 36 xwendekarên qonaxên amadehî û navîn, hate lidarxistin.
Endamên rêveber ên her du komîteyan, her wiha endamên Tevgera Xwendekaran a Demokratîk tev li pêşbirkê bûn. Helbestên bi Erebî û Kurdî hatin xwendin.
Di dawiya pêşbirkê de, komîteya pêşbirkê berhem nirxandin, di encamê de 8 xwendekar bi ser ketin û xwendekarên tev lî pêşbirkê bûn, hatin xelatkirin.
Şehîd Behdînan Kobanê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bû û 25`ê Kanûna par şehîd bûbû.
ANHA/QAMIŞLO