Helbestên xwe dabûn Mihemed Şêxo û Ciwan Haco

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 17 Çile 2023 - 03:45

  • Bi boneya salvegera 14’an a koça dawî ya helbestvanê Kurd, Yûsif Berazî (Bêbuhar) li Qamişlo şevbihêrkek hat lidarxistin.

Bi boneya salvegera 14’an a koça dawî ya helbestvanê Kurd, Yûsif Berazî (Bêbuhar), Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şevbihêrkeke helbestan li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi beşdariya bi dehan rewşenbîr û şêniyên bajêr li dar xist.

Endama yekitiyê, Hesîne Ehmed der barê rola helbestvan Bêbuhar de di bipêşxistina wêjeya Kurdî de di rewşên zehmet de, her wiha rola wî di bipêşxistina hunerê Kurdî de, ku gelek helbestên xwe dabûn hunermendên mezin ên weke Mihemed Şêxo û Ciwan Haco, axivî. Şevbihêrk bi pêşkêşkirina şanoyekê li ser jiyana helbestvan ji aliyê koma dibistana şanoyê ya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê dest pê kir.

Piştre, dîmenekî kurê helbestvan Bêbuhar, Xisro Yûsif Berazî hat nîşandan, ku tê de behsa jiyana bavê xwe dike, her wiha sînevîzyonek li ser jiyana helbestvan û berhemên wî yên ku wî bi dengê xwe xwendine, hat nîşandan.

Her wiha, helbestvan Şama Mihemed, Newaf Mela Beşîr û Cemîl Tahir bi xwendina helbestan beşdarî şevbihêrkê bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku helbestvan Bêbuhar sala 1931’ê li gundê Til Cerciye yê herêma Babê yê rojhilatê bajarê Helebê ji dayîk bûye, piştre bi malbata xwe re berê xwe daye Serêkaniyê û ji sala 1943'yan ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û di 15'ê Çileyê 2009'an de koça xwe ya dawî kiriye.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.