Helbestên girtiyeke azadiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Mijdar 2020 - 23:16

Pirtûka helbestan a bi navê ‘Welatê Min’ ya girtiya siyasî Medya Yaklav, Tebaxê bihurî hat çapkirin. Ev kitêb balê dikişîne ser êşên gelê Kurd, hesret, hêvî û qîrîna azadiyê.
Nasnameya sereke ya Medya Yaklav ne şairtiya wê ye, ew girtiyeke azadiyê ye. Ji ber raman û têkoşîna xwe hatiye girtin û cezayê heta hetayê di hepsê de bimîne lê hatiye birrîn. Ev 27 sal in jî di hepsê de tê ragirtin. Welatê Min kitêba wê ya helbestan a yekê ye.
Medya Yaklav bi helbestên xwe balê dibe ser êşên gelê Kurd, hesret, hêvî û qîrîna azadiyê. Şair bi helbestên xwe bûye tîrek ber bi armancê ve. Wê xwestiye bi hest û çavên ferdeke miletekî welatê wî çarparçekirî, berxwedanê û jiyaneke bedewtir îfade dike. Di kitêbê de 91 helbest hene û ev helbest di qonax û dîrokên cuda de, her wiha li hepsên bajarên cuda ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatine nivîsand.

Li dijî zilmê serî hilda

Medya Yaklav bi xwe sala 1971’ê li navçeya Şemrexê ya ser bi Mêrdînê hatiye dinê. Wê tenê dibistana destpêkê 5 salan xwendiye. Sala 1990’î bi xizmê xwe Abdullah Yaklav re dizewice. Piştî demekê hevjînê wê Abdullah Yaklav bi hinceta giliyê wî hatiye kirin, hêzên dewleta Tirk kirin nezaretê û êşkenceyên giran lê kirin. Piştî ku tê berdan tevî Medya Zaklav tevlî nav refên gerîlayên Kurdistanê dibin. Medya Yaklav sala 1993’an li Amedê tê girtin û cezaya heta hetayê yê hepsê lê tê birrîn. Medya Yaklav ji hingê ve, yanê ev 27 sal in girtî ye. Ew niha li Hepsa Jinan a Sîncana Enqereyê ragirtî ye.

 

Helbesteke wê

RISTIK
Di evîn û cengê de

Tu nefesek şîn î!

Di mirin û jiyanê de ez,

Kespikek jîn im!

Ez keça Al-lat im!
Tu neviyê Hoşeng î

A rast ew e ku em kulîlk in! 

Kulîlkên Rojhilatî û  bi ROJÊ mêjandin e. 

Ji rehên dilê xwe ristikekî rêz dikim.

Li ristikê niqit niqit bi xwîna xwe, 

Xelata min ev e ji te re 
der-vî vê tiştekî min tineye
Di berbangek çiyayên
Licê

ber bi meskenê

an li Cizîra seydan

ku xwe noqî azadiyê kirine

vê ristikê dixime situyê te

ez xwe bijîn im! WELATÊ MIN

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.