Helbestên Fîgenê xwendin

Nûçeyên Dîaspora

pêncşem 15 Çiriyê 2020 - 23:15

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê ji bo pirtûka helbestan a Figen Yuksekdag a bi navê “Dîwarê hilweşin” civînek pêk hat û ji pirtûk helbest hatin xwendin.
Civîna qalkirî çarşemê pêk hat û hevalên Fîgenê yên parlementer Nûrsel Aydogan, Saadet Becerikli, Sibel Yigitalp û Ziya Pîr beşdar bûn.
Di civînê de Araz Guler li gîtarê da û bi awazên xwe şev rengîn kir. Hasan Saglam, Nezahat Gundogan, Halil Içoz û Kazim Gundogan, helbestên Fîgenê xwendin.
Di civînê de parlementera berê ya HDPê Sibel Yigitalp jî axaxftinek kir. Ji ber şewba koronayê destûra hejmareke bi sînor a temaşekeran hat dayîn. Parlementerên dost ê Fîgenê pirtûka wê îmze kirin.

POLÎTÎKAZAD/KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.