Helbestên dinyayê dike milkê Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Çile 2024 - 02:55

Kovara LEWerger ku bi wergerên helbestan û nivîsên li ser helbestê dadikeve bi hejmara xwe ya 5’an derket pêşberî xwendevanan.

Kovara LEWerger ku serê çar mehan carekê derdikeve, hejmara xwe ya ewilî ya sala 2024’an weşand. 

LEWerger bi rêveberiya kesên weke Berfîn Huseynî, Yeqîn h. û Miradê Miradan derdikeve. Kovarê weke hejmarên berê di vê hejmara xwe de jî ji zimanê Ingilîzî, Spanyolî, Rûsî, Erebî, Norwecî, Swêdî, Galîsyayî, Farisî û Ermenî helbest û nivîs wergerandine.

Ji bilî helbestan bi navê "Serpêhatiya Helbestkarekî" nivîseke Haşim Şefîq li Kurmanciyê hatiye wergerandin û weşandin.

Edîtoriya kovarê di vê hejmarê de gotiye; "LEWerger ji bo te û kesên nola te bi xwe derdikeve. Her rûpeleke wê ji welatekî din, zimanekî din ê vê dinyaya bêserûber helbestan dike milkê zimanê te da ku hestên te, bîr û boçûnên te bi rengekî hê kurdewartir di ruh û xeyala te de deng vedin. Hemû kedkarên LEWê bi eşq û daxwaza pêşketin û rewantirbûna kurdî, bi saetan, bi rojan kedeke nedîtî didin bêyî ku ji zehmetiyan gazincan bikin, çav pahn bikin an jî xwe ji ber vî barî bidin alî. Xwendevana/ê hêja, bes daxwazeke me ji te heye ku tu li vî zimanî, li vê kovarê, li vê kedê bêtir xwedî derkevî, vê kovarê bixwînî û bidî xwendin, bi her xwendinê re tu bêtir pê dilxweş bibî ku wa ye ji dinyayê berev kurdî ve penecereyek li te vebûye û tu wiha bêtir tevkariya me bikî."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.