Helbestên bi ronahiyê hatine nivîsandin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Kanûn 2023 - 00:42

Hunermendê dîtbariyê Eric Pare û reqsvan Kim Henry bi hev re li Bolîvyayê fotografên xweşik girtine. Kim Henry bi reqsên xwe nûjen tê naskirin. Wan li “Salar de Uyuni” (deştên xwê yên Uyuni) ev fotograf girtine. 

Destpêkê gava mirov li fotografên wan dinihêre mirov dibêje qey ew bi rêya photoshopê hatine çêkirin lê rastî ne ev e. Eric Pare fotografên xwe piştî ku roj çûye ava, girtine û ew ronahiya xweşik ya ku beriya roj bi temamî ronahiya xwe ji dinyayê vekişîne, di fotografan de girtiye. Her wiha bi hin lîstikên piçûk ên ronahiyê jî fîgûra di fotograf de (Kim Henry) li ber ronahiya rojê pirr xweşik zeft kiriye. 

Eric Pare ji bo van fotografên xwe dibêje, “Ez jî gelek caran di kadrajê de me û ronahiya çêkirî li dora fîgûra xwe digerînim. Yanî bi awayekî çalak beşdarî vî karî dibim. Ev pêvajoya afirîner a bi ronahiya rojê û her wiha ya ronahiya çêkirî, min gelekî razî dike. Dema dibêjim, ronahiya çêkirî, bila şaş neyê famkirin, ji bo vî karî di destê min de tenê ronahiyeke piçûk heye, çavkaniyeke din a ronahiyê tine ye.”

Eric Pare gava van fotografan digire, serê ewilî, ew jî nizane ka encameke bi çi rengî wê derkeve holê. Lê ew bi hîsên xwe yên di vî warî de bawer e û karên xwe weke “helbestên bi ronahiyê hatine nivîsandin” bi nav dikin. Ew bi van fotografên xwe, hewl dide kesên din jî fotografên bi ronahiyê meraq bikin. Ji lewma gelek caran vîdeoyên paşxaneya vî karî jî parve dikin da ku xelk rastiyê û fanteziyê ji hev du derxe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.