Helbesta Ocalan kirin kurtefilm

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Sibat 2023 - 04:46

Li Şengalê bi hevkariya ragihandina azad û Navenda Çand û Huner a Şengalê, helbesta Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Dewrêşê Evdî, weke kurtefîlmekê hate amadekirin.

Kurd ji ber komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, 15’ê Sibatê weke roja reş bi nav dikin. Ragihandina azad û Navenda Çand-Huner a Şengalê bi boneya rojê, helbesta Rêber Ocalan ya li ser Dewrêşê Evdî û Şengalê weke kurtefilmekî tomar kir.

Rêber Abdullah Ocalan di rojên komploya navneteweyî de, dema li Romayê bû li gel komek hunermend û rewşenbîrên Kurd behsa çîroka Derwêşê Evdî kiribû û gotibû, “Min ev fam kir, Derwêşê Evdî egîdekî Kurd e, li hemberî Osmaniyan bi qehremanî şer kiriye. Li gorî demê, serokekî Kurdan e. Bi mirina wî re Kurd bê serok dimînin. Ez jî yekîtiya Kurdan bi pêş dixim, Serokatiyê jî dikim. Min dît, dîrok di şexsê min de dubare dibe.”

 

Têkiliya dîrokî ya komployan

Nirxandin û şîroveyên Rêber Ocalan yên li ser civaka Êzidî û Şengalê di nav tecrîda giran a Girava Îmraliyê de jî dewam kirin. Wî di rêza parêznameyên xwe yên dawî de, di beşê 5’an de, peywendiya destana Derwêşê Evdî û komploya di şexsê xwe de wiha nirxandibû: “Bêguman aliyên mijarê yên bi şexsê min re têkildar hebûn. Ne bi tenê li Çiyayê Şengalê û Deşta Mûsilê, hewl didan li ser xeta Şam-Heleb-Atîna-Moskov-Duşanbe-Roma-Naîrobiyê derbê li min bidin. Nabe ku mirov di navbera herduyan de têkiliyê daneyîne.’’

 

Bi dengbêj, hunermend û şervanan re

Li gel van tesbît û nirxandinan, Rêber Abdullah Ocalan ji bo bibîranîna Destana Derwêşê Evdî, di heman beşê parêznameyê de bi navê “Kurdên di dorpêça qirkirinê de û Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd” wî helbestek nivisîbû. Helbest bi gotina, “Xwezî ez li Çiyayê Şengalê, li ba Derwêşê Evdî bûma’’ dest pê dike.

Xebata hunerî ya bi kedeke kolektîv a ragihandina azad û saziya çand û huner a Şengalê çêbûye, şervanên YBŞ-YJŞ’ê jî di kurtefilmî de cih girtine. Bi giştî 50 kes di vê xebata hunerî ya bi şêwazê helbest, dîmen û mûzikê de cihê xwe girtine.

Di kurtefilmê de cil û bergên resen yên Êzîdiyan, cilên şervanan û cilên gerîla hatine li ber kirin û peyama, “Niha li çiyayê Şengalê bi hezaran Derwêşê Evdî” hene, tê dayîn.

Helbestê û metnên ji parêznameyên Ocalan, Rêşad Sorgul dixwîne.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.