‘Helbest stêrka wêjeyê ye’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 16 Îlon 2024 - 00:32

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Festîvala 1ʹemîn a ‘Çand-Xula Helbestê’ bi dirûşmeya ‘Helbest Stêrka Wêjeyê ye’ di roja 2’yemîn de bi xwendina helbestên Kurdî (Zaravayê Kurmancî) û yên Erebî berdewam dike.

Festîvala 1ʹemîn a ‘Çand-Xula Helbestê’ a bi dirûşmeya ‘Helbest Stêrka Wêjeyê ye’ li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo, bi tevlêbûna endam û rêveberên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demoktîk (TEV-DEM) siyasatmedar, hunermend, rewşenbîr, keseyetên navdar û gelek kesan, di roja duyem de bi xwendina helbestan berdewam dike.

Bernameya festîvalê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

Di roja duyem a festîvalê de di çarçoveya pêşbirka helbestan de, bi zimanê Kurdî (Zaravayê Kurmancî) helbestvan Seîd Mele Yûsif, Bêbira, Hesîna Ehmed, Hozanê Girkundê, Siltana Eto, Ebdirehman Silo, Diyala Elî, Dilsoz Îbrahîm, Xalid Qasim, Şama Mihemed, Cenbelî Cenbelî, Hacî Ebdilhadî, Can Îbrahîm, Mufîde Koto, Idrîs Hecî Qasim, Ciwanê Dêrikê, Yasmîn Cesas û Leyla Reşo helbestên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha bi zimanê Erebî helbestvan Ebdurehman Mihemed, Heya El Îsa, Besam Ehmed El Ebdullah Samiya Îbrahîm, Hikimet Îbrahîm, Necwa Elî Xelef, Lêzan Evdikê, Dijwar Bozo, Fîdan Mihemed, Ebîr Dirêî, Efaf Heskê û Zekiya  Heydo helbestên xwe pêşkêş kirin.

Girêdayî TEV-ÇAND’ê Hunermend Sumeya Mihemed stranên gelerî pêşkêş kirin û di çarçoveya bernameya festîvalê de pêşbirka pirsên wêjeyî jî hat lidarxistin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.