‘Helbest sivikkirina jiyanê ye’

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 9 Adar 2024 - 00:47

Kovara bi navê “Bar Helbest” ku ev demek dirêj bû çap nedibû bi hejmara xwe ya 7’an careke din li pêşberî xwendevanên helbestan e. Kovar herî dawî di Mijdara 2022’an de derketibû.

Di kovarê de gelek kesî bi helbestên xwe cih girtine. Miradê Miradan, Hoşeng Nizarî, Rêzan Diljen, Emerîkê Sidîqayê, Sidîq Gorîcan, Îrfan Amîda, îhsan Espar jî têde helbestên gelek kesî hatine weşandin.

Nivîsa edîtoriya kovara “Bar Helbest”ê wiha ye; “Silav xwînerên delal ên Bar Helbestê! Bi hejmarek nû em dîsa ligel we ne. Bi eşq û berxwedaneke jidayî em weşana xwe didomînin. Hêviya me ew e ku ev kovar her tim bikare kelecaneke pak bike dilê we. Rêya hunerê, rêya helbestê rêyeke dirêj û bêserûber e. Mirov ji bo ku kurahiyên xwe bipîve û hinekî bikare bi êşa rihê xwe, bi eşqa dilê xwe nêzî yar an jî yezda bibe, hewl dide hêla xwe ya afirînerî û estetîkî xurttir bike. Ev yek wateya jiyanê bilind dike; bi vê boneyê risteyan dinivîse, stranan distrê, wêneyan xêz dike û hwd. her kes axir bi şiklekî... Çapkirina vê kovarê jî fikareke wiha dihewîne. Lê ev fikar li vir naqede, ligel vê dixwaze barê werger û helbesta kurdî siviktir bike û dengekî pak û paqij ji xwe bibe... Weki her car di hejmarê de jî hevpeyvînek cih digire ku bi helbestkar û wergêr Ciwan Qado re hatiye kirin, da ku haya me ji helbesta wî û ji helbesta rojavayê welêt çêbibe. Pêk ve gelek werger û helbest di vê hejmarê de jî ligel we ne. Di çapkirina vê kovarê de bi dehan wergêr û nivîskar bi kar û xebatên xwe ked dane. Helbet pîroz e keda wan û pîroz e xwedîderketin û xwendina we xwîneran. Hewce nîne em her dubare behsa neyînî, bêderfetiyên karûbarên kurdî bikin, em dibêjin û daxwaz dikin ku bi kesên heyî û bi derfetên çêbûyî em bi hev re karên xwe firehtir, xwendinên xwe xurttir bikin; wê hingê hewl û hewesa me ya îro dê bibe fêkiyê siberoja me. Ji lewre her û her em ê bibêjin:

Helbest sivikkirina jiyanê ye, bila jiyana we her bi helbestê sivik û xweşik be!”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.