Kovara “Zarema” ya rexne û toeriyê cara 15’an derket. Kovara “Zarema” yê ev cara duyem e ku bi piştgiriya Avestayê derdikeve.
Edîtorê kovarê merhebayê li xwîneran dike û wiha behsa naveroka vê hejmara kovarê dike;
“Em bextewar in ku hejmara 15’an a Zaremayê li ber destê we ye. Ev hejmara duyemîn a serdama nû ye ku di bin banê Weşanxaneya Avestayê de derdikeve. Nivîsa yekemîn a vê hejmarê aidî Serdar Şengul e. Şengul, ji nêz ve li ‘Komara Edebiyatê ya Cîhanê’ ya Pascale Casanova dinêre û rê vedike li ber xwendinên nû bi riya eşkerekirina têkiliyên tehekumê yên veşartî û karakterê wê yê îdeolojîk a di bin navê gerdûnîbûnê de. Derbarê nivîskarên naskirî yên mîna Franz Kafka, James Joyce, Samuel Becket de me ber bi riwangeyeke din ve dibe di ser meseleya zimên re. Dara Emîn bi nivîsa xwe ya li ser kitêba İsmail Beşikci ‘Rewşenbîrek, Rêxistinek û Pirsgirêk Kurd’ de bal dikşîne ser mijara mêtingeriya çandî û rewşenbîrên Tirk ên çepgir di salên 1970’yî de û sedemên binyadî yên nivîsîna bi Tirkî.”
NAVENDA NÛÇEYAN