Hejmara 157’an a Nûbiharê derket

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Mijdar 2021 - 23:37

  • Kovara Nûbiharê ya sêmehane, bi hejmara xwe ya 157’an li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Kovara Nûbiharê ya sêmehane, bi hejmara xwe ya 157’an li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Kovarê di vê hejmara xwe ya payîzê de nivîsên cûr bi cûr pêşkêş kirine. Ji lêkoler Rohat Alakom bi sernavê "Pirtûka dîroka nûjen ya Kurdistanê" ketiye pey şopa berhemeke winda ya Mela Mahmûdê Bazidî û Auguste Jaba

Îbrahîm Seydo Aydogan jî nivîsa xwe li ser "Di wêjeya kurdî de nûkirina ceşnên wêjeyê" nivîsandiye. Aydogan berê xwe daye Celadet Alî Bedirxan û kovara Hawarê û nivîsa xwe di vê çarçoveyê de nivîsiye.

M. Zahîr Ertekîn jî bi nivîsa "Dîwanên wenda yên Kurdî" ketiye dû dîwananan.

Nihat Gultekîn jî ligel rewşenbîr û nivîskar Ahmedê Hopo hevpeyvînek kiriye. Hopo gotiye "86 salî me. Her tişte wekî doh tê bîra min!" berê xwendevanan daye erdnîgariya Sovyetê û rewşa Kurdan ya wê demê.

Di vê hejmarê de wekî din Berken Bereh, Hayrullah Acar, Sabri Akbe,  Abdullah İncekan, Mele Mihemedê Kêrsî, Ali Bayram, Kenan Zelan, Sidîq Gorîca, Nasir Kemaloglu, Bamed Serdar, Kevok Mizgîn, Talat İnanç,  Hekîm Meretoyar, Mihemed Elî Bayram, Adem Yaşar, Huseyn Zana, Rahmetullah Karakaya, Zana Zengenî, Azad Rêbiwar, Qedrî Sipranî, Yûnis Amedî, Bedri Kirbuga, Nuri Yalçin, Hanifi Taşkin, M. Salih Turgut, Ebubekir Goren û Reşad Kemal bi nivîs, helbest û wergerên xwe cih girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.