Hefteyek ji bo wêjeya Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 27 Nîsan 2023 - 03:07

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya rewşenbîr û wêjevanên li herêmê dê di 29′ê Nîsanê de çalakiya "Hefteya Wêjeyê" li dar bixe.

Çalakî her sal li bajarekî tê lidarxistin û panel û semînerên li ser wêjeyê tê de hene. Dîwana Wêjeyê par li Qamişloyê hatibû lidarxistin.

Endamê Dîwana Wêjeyê Aras Hiso li ser mijarê got, "Saziya Dîwana Wêjeyê her sal pirtûkan dinirxîne û dixwîne, destekê dide helbestvan û nivîskaran. Ji wê zêdetir jî salane çalakiyan li dar dixe, mîna Hefteya Wêjeyê. Par li Qamişloyê bû, îsal jî dê li Kobanê be.”

Hiso wiha dewam kir: “Îsal dê çalakî di 29′ê Nîsanê de dest pê bikin û 4 rojan dewam bikin û temaya wê Melayê Cizîrî be."

Aras Hiso diyar kir ku armanca lidarxistina çalakiyê li Kobanê piştgirîdayîn û bipêşxistina çalakiyên wêjeyê li bajêr e û hewldana bipêşxistina vê mecalê ye.

 

Romana Kurdî û rexnegiriya wêjeyî

Hiso got, mijara yekemîn dê li ser jiyana Melayê Cizîrî; bandor, helbest û karên wî di wêjeya Kurdî de be. Hiso diyar kir ku mijara duyemîn "rexnegiriya wêjeyî" ye. Dê li ser vê mijarê, rewşa rexnegiriya wêjeyî ya li herêmê piştî çend salan ji çalakî û berhemên wêjeyê were nirxandin.

Her wiha mijara sêyemîn jî wê roman be, bi taybetî romana Kurdî be. Li kêleka wê jî dê çalakiyên xwendina helbest û çîrokan û nîqaşkirina wan be.

Aras Hiso hêvî kir ku ev çalakî ji aliyê naverokê ve dewlemend be. Her wiha dê gelek kes ji bajarên Kurdan ên li derveyî Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemûyî beşdar bin.

Dîwana Wêjeyê bernameya Hefteya Wêjeyê dê heta çend rojan eşkere bike.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.