Hefteya Wêjeyî bi panelekê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Gulan 2023 - 03:55

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewreya Hefteya Wêjeyî ya 2’yan - Sala Melayê Cizîrî di 29'ê Nîsanê de li xwaringeha Zanîngeha Kobanê dabû destpêkirin.

Di roja dawî ya Hefteya Wêjeyî de jî kesayetên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cizîrê, Minbic, Kobanê û Reqayê beşdarî çalakiyên wêjeyî bûn.

Di 6 rojên Hefteya Wêjeyî de nasname û felsefeya Melayê Cizîrî, nasnameya Kurdî di berhemên wî de, romana Kurdî û bipêşketin û modernîteyê û rexnegiriya wêjeyî û rola wê di bipêşxistina wêjeyê de, hatin nîqaşkirin.

Her wiha çîrok û helbestên bi zimanên Kurdî û Erebî jî hatin xwendin.

Di roja dawîn de jî beşdaran di paneleke diyalogê de bi beşdariya helbestvan Hisên Mihemed Elî, Selah Muslim, Şadî Îsmaîl û rêvebera Dîwana Wêjeyê Narîman Evdikê û birêveberiya hunermend Ehmed Dalî, rola rexnegiriyê di bipêşxistina wêjeyê de nîqaş kir.

ANHA/KOBANÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.