Bi dirûşmeya "Bi çanda Kevana Zêrîn û hunerê şerê gel ê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin", çalakiyên hefteya çandî li Dêrikê dest pê kirin.
Bi sponsoriya Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Cizîrê û hevkariya Navenda Dîcle ya Çand û Huner a Dêrikê, çalakiyên hefteya çandî dest pê kirin.
Bi dehan endamên Navenda Dîcle tevlî çalakiyê bûn. Di hefteya çandê de gelek çalakiyên hunerî, çandî, xwarinên gelerî hatin lidarxistin û pêşangehên alavên kevnar û cil û bergên kurdî û neqiş hatin vekirin.
Çalakiya roja yekê bi lîstika bûk û zavê ku weke kevneşopiyeke Kurdan e ji pêşiya Navenda Dîcle dest pê kir. Di lîstikê de bûk û zave li ser hespekî siwar bûn û li kolanên bajarê Dêrikê û heta bi sûka navendî geriyan, piştre ber bi taxên bajêr ve çûn û stran gotin û li def û zirnê xistin, dûvre li pêşiya kombûna Rozana sekinîn.
Piştî bûk û zava gihiştin konê li kombûna Rozana, şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê ew bi stran û tilîliyan pêşwazî kirin. Piştî zava û bûk gihiştin, qehweya tal (mirra) li mêvanan hat gerandin û li muzîka Kurdî hate guhdarîkirin.
Hefteya çandî wê bi beşdariya Navenda Dîcle ya Çand û Huner a Dêrikê, Navenda Aram Tîgran a Rimêlanê, Navenda Koçerat a Dêrikê heta 10`ê Tîrmehê dewam bike.
ANHA/QAMIŞLO