- Ciwanên Kurd û enternasyonalîst bang li ciwanên şoreşger kirin da ku beşdarî seferberiya wan bibin.
Çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê ya li ber Konseya Ewrûpayê di hefteya sêyemîn de didome. Ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê bi qasî 70 ciwan beşdarî çalakiyê dibin. Çalakî di hefteya sêyemîn de wê bi dawî bibe. Ciwanên Kurd û enternasyonalîst bang li ciwanên şoreşger kirin da ku beşdarî seferberiya wan bibin.
Rêber Apo li Îmraliyê 7925 roj êsîr e. Li dijî vê esaretê wê ciwanê di nava hefteyê de beşeke aktîvîteyan pêk bînin. Ciwanê roja înê çalakiya xwe bi dawî bikin.
Çalakiya rûniştinê nûnerên sazî û dezgehên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Rojhilata Navîn dabûn destpêirin û rêxistinên jinan jî hefteya duyemîn dewam kiribûn û di hefteya fînalê de jî ciwanan çalakî dewr girtine.
POLÎTÎKAZAD