Heftanînê bibe goristana dagirkeran

Çarşem 9 Îlon 2020 - 15:58

  • Gerîlaya YJA Starê Dunya Dilbirîn destnîşan kir ku gerîla derbên giran li dagirkeran dixin û diyar kir, Heftanîn wê ji dagirkeran re bibe goristan.

LALEŞ RÊNAS/RONAHÎ ÇEKDAR
ANF/BEHDÎNAN

Gerîlaya YJA Starê Dunya Dilbirîn destnîşan kir ku gerîla derbên giran li dagirkeran dixin û diyar kir, Heftanîn wê ji dagirkeran re bibe goristan.
Dunya Dilbirîn yek ji wan gerîlayan e ku di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de li qada Xantûrê li dijî dagirkerên Tirk şer kiriye. Dilbirîn diyar kir, li gel derfetên xwe yên teknîkî û bombardûmana giran a bênavber, artêşa Tirk li bin guhê berxwedana dîrokî ya gerîla ketiye û got, "Her ku berxwedan mezin dibû, baweriya bi serketinê jî zêde dibû û teknîka wan dihate pûçkirin. Dilsoziya hevrêtiyê, moral, motîvasyon û bawerî ev berxwedan xurtir dikir."
Dilbirîn bal kişand ser îradeya qewîn a gerîla û destnîşan kir ku gerîla derbên giran li dagirkeran dixe: "Di van çeperan de bi qasî şerkirinê, şehîdbûn û xwedîderketina li xewn û xeyalên şehîdan tiştekî bi rûmet nîne. Em zanin ku em ê bi ser bikevin. Baweriya me tam e. Heftanîn wê ji bo dagirkeran bibe goristan."
Dilbirîn diyar kir ku jin di vê berxwedanê de bi rola pêşengiyê radibe û got, "Li Bektoryayê, Dûpişkê, Şehîd Viyan, Pîrbila û Şeşdarayê, hevalên jin bi roleke gelekî mezin rabûn. Rola hevalên jin a di jinûveavakirinê de bi şerê Heftanînê gelekî eşkere bû."
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.