Hê jî ser rastiyê nixûmandiye!

Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 03:20

Roja 20’ê Tîrmeha sala 2022’an, dewleta Tirk ya dagirker gundê Perex yê girêdayî bajarokê Derkarê yê navçeya Zaxo ku gundek yê geştiyariyê ye, topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 geştiyarên Iraqî jiyana xwe ji dest dan û 30 kesên din jî birîndar bûn. Hemû geştiyarên ku jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, welatiyên ji rojava û navîna Iraqê bûn.

Piştî vê komkujiyê li seranserî Iraqê nerazîbûnên girseyî yên gel pêkhatin. Li gelek bajar û navçeyên Iraq û Herêma Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê hatin kirin. Li seranserî Iraqê baykota malên Tirkî hatin kirin. Ala Tirkiye ya li ser sefaretxaneya Tirkiye ya li Bexda anîn xwar, li gelek deveran jî hate şewitandin. Piştî êrişa dewleta Tirk Meclîsa Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê 8 biryar derxist. Di van xalan de banga lezgîn hate kirin ku pêşiya êrişên Tirkiye bên girtin yên li Iraqê. Neçar bê kirin ku Tirkiye daxwaza lêborînê bike û tanzîmanata kesûkarên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne kir.

Li ser daxwaza Iraqê, Konseya Ewlekariyê ya NY’ê di roja 22’yê Tîrmehê de bi awayek awarte civiya û êrişa dewleta Tirk bi tundî şermezar kir.

PDK’ê pêşî li nerazîbûnan girt

Di asta navnetewî jî de topbaran dewleta Tirk ya li dijî geştiyarên Iraqê li Zaxo nerazîbûnên tund pêk hatin û di vê çarçoveyê de piraniya welatên cîhanê êrişa dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û banga parastina serweriya Iraqê kirin.

Her çendî ku kêliyek piştî komkujiya gundê Perex, ji beriya ku dewleta Tirk daxuyaniyekê li ser komkujiyê bide, PDK’ê êriş xist ser Tevgera Azadî ku qaşo bi sedema hebûna gerîla li deverê êriş pêkhatiye. Li ser vê yekê HPG’ê ev yek red kir û destnîşan kir ku ti gerîlayên wan li vê herêmê nîne. Li ser vê Parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo lêkolînê lijneyek da avakirin û Serokê Lîjneya Karûbarên Pêşmerge yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêvîng Hirorî ku ser bi PDK’ê ye çû cihê ku dewleta Tirk lê komkujî pêkanî ye û ragihand ku, ew cihê ku dewleta Tirk topbaran kiriye, ne cihê gerîlayane, cihê nîştecihbûna welatiyane û cihek yê geştiyariyê ye, tenê hêzên parêzvanên sînor yên Iraqê lê wê deverê hene.

Li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li ser geştiyarên Iraqê kir, li hindir û derveyê Iraqê bertekên ewqas tund û bihêz hebûn dewleta Tirk neçar bike ji Herêma Kurdistanê vekişe lewra ketibû bin zextên herî mezin. Dîsa weke her carê PDK xwe xist bin baskê dewleta Tirk ya dagirker û nehişt nerazîbûn bidomin û her tişt di berjewendiyên dewleta Tirk de rawestand.

Li ser daxwaza Erdogan, berpirsên PDK’ê navbeynkarî kirin ji bo berpirsên Bexdayê razî bike ku wê dozê bişopînin û xwepêşandanan bêdeng bikin. Bi vî rengî ev komkujî hate piştguhkirin û nixûmandin. Yek ji sedemê din ew bû ku komkûjî bê nixumandin şewitandina Qurana pîroz a ji aliyê welatiyeke Iraqî ya li Swêdê bû. Tirkiye bi zanabûn û pilankirî bala Iraqê kişand ser vê mijarê û ji Komkujiya Perexê dûr xistin.

Tevî sê sal derbas bûn hê jî sûcdar nehatine diyarkirin û nehatine cezakirin. Li ser vê re jî ev qûrbanî hatine jibîrkirin. Piştî vê êrişê jî heta niha jî êrişên Tirkiye tevî agirbesta Gerîlayên Azadiyê ya li ser Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata îsal ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hê jî dewam dike. Hêjayî bibîrxistinê ye 19’ê Tîrmehê li gundê Şîweguwêzan a li sînorê navçeya Germik ya ser bi Pênciwînê ya girêdayî Silêmanî droneke dewleta Tirk motorsikletek kir hedef, li gorî agahiyan kesek jiyana xwe ji dest daye, kesek jî birîndar bûye.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.