• Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4ʼan li dar xist. Kongre li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmeceyê bi rê ve çû. 

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4ʼan li dar xist. Kongre li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmeceyê bi rê ve çû. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê, pêkhateyên HDP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn. Kongre weke bersiveke li dijî gotinên serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan bû.

Beşdarên kongreyê ji bo bibîranîna Garîbe Gezer a li Hepsa Kandirayê bi awayekî gumanbar canê xwe ji dest da, dirûşm gotin. Bi yek dengî dirûşma “Silav silav hezar silav ji Îmraliyê re” li hola  berz kirin û dengê dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re li hola kongreyê deng veda. 

Piştî hilbijartina dîwanê, sînevziyoneke li ser xebatên HDP’a Stenbolê hat nîşandan. Hevseroka heta dema kongreyê a HDP’a Stenbolê Elîf Bulut û Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axaftinên kurt kirin. Hevserok Erdal Avci ji ber ku bi koronayê ketiye, beşdarî kongreyê nebû. 

Di kongreyê de Koma Ma Muzîkê derket ser dikê.

Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Sancar got, “Em tên ku serweriya rêbiriya wan hilweşînin. Li benda me be Stenbol li benda me be. Li benda me be Amed, Hekarî, Izmîr, Wan. Em hatin û va em tên. Em serweriya rêbiran, zaliman, dizekan, derewkaran hildiweşînin. Em ê teqez hilweşînin. Va ye ev coş û girse, tirsa nava dilê wan e.

Tenê tiştekî wan heye dikin; dek û dolab, derewkarî û dizekî. Çimkî êdî hêza wan nemaye. Xeta Sêyemîn a li ser esasê demokrasî, aştî û edaletê, her roj mezintir û berfirehtir dibe, ev xeta me pêl bi pêl tê. Em ê dawî li vê pergalê bînin û îqtidarê biguherînin.” 

Hevserokên nû

Piştre raporên malî û yên xebatê hatin xwendin. Piştî wê jî bi yek lîsteyê hilbijartin hatin kirin û hevserokên nû yên HDPʼa Stenbolê bûn Îlknur Bîrol û Ferhat Encu. Her du jî endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDPʼê ne.

Li ser dikê pêşî Îlknur Bîrol got, “Em zend û bendan vedimalin. Ji bo ku em desthilata heramiyan bi dawî bikin, em ji Stenbolê dest pê dikin, didin rê”.
Ferhat Encu jî got, “Îro vê holê nîşan da ka bingekî me yê çawa heye. Em ê desthilata wan hilweşînin û Stenbolê bikin keleha HDPʼê”.  

STENBOL