- Şandeyeke HDP’ê ya ji parlementerên HDP’ê Mûazez Orhan û Îmam Taşçier pêk tê, ji bo lêkolînkirina êrişa dijî welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî çû serdana Silêmaniyê.
Şandeyeke HDP’ê ya ji parlementerên HDP’ê Mûazez Orhan û Îmam Taşçier pêk tê, ji bo lêkolînkirina êrişa dijî welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî çû serdana Silêmaniyê. Şandeyê li konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Mihemed Zekî Çelebî daxuyanî da û got, ew ê hevdîtinan li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar bikin û encama wê jî bi raya giştî re parve bikin.
Ji bo şehîd M. Zekî Çelebî yê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê restoranta Denîz, li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê konê sersaxiyê hate vedan. Malbata Çelebî, Komeleya Karkerên Mezopotamya û Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê li konê sersaxiyê pêşwazî li aliyên siyasî û xelkê kir.
Ji bo eşkerekirina kujerên Çelebî û lêkolînkirina bûyerê şandeyeke ji parlemeterên HDP’ê Mûazez Orhan û Îmam Taşçier jî li Silêmaniyê ye.
Şande doh çû serdana malbata Çelebî û li konê sersaxiyê derbarê bûyerê de û sedema serdana xwe de axivîn.
Kurdistan di mejiyê me de yek e
Mûazez Orhan got, "Em qirkirin û dijminahiya li gelê Kurd ti carî qebûl nakin. Em li ber xwe didin, em ê têkoşîna xwe jî xurt bikin. Heta berpirsyarên vê bûyerê eşkere bibin, em ê bişopînin. Em ê heta dawiyê vê bûyerê bişopînin. Bi vê armancê em ê hinek rêze hevdîtinên jî çêkin.”
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî got, “Armanca me ew e ku aşitî were welatê me û Kurd li ser axa xwe bibin xwedî statû. Mejiyê me parçe nebûye û em Kurdistanê jî yek parçe dibînin. Ji ber ku Kurdên hatine Başûrê Kurdistanê hatine mala xwe, tenê bajarê xwe guhertine. Em wisa lêdinerin. Ji ber vê, em qetilkirina hevalê Zekî qebûl nakin. Em weke qetilkirina birêz Tahîr Elçî û Vedat Aydin dibînin. Divê yên hevalê Zekî qetilkirin, zû werin dîtin û li dadgehê ceza li wan were birrîn. Em ê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, bi malbatê re hevdîtinan bikin. Em ê encama wê jî di raporekê de kom bikin.”
Malbata Çelebî li aliyekî pêşwazî li xelk û aliyên siyasî yên serdana konê sersaxiyê dikin, dike, li aliyê din jî karûbarên qanûnî yên li Tiba Edlî ya Silêmaniyê temam dike, ji bo ku cenaze bibin Wanê.
Mihemed Zekî Çelebî derengî şeva 17’ê Gûlanê li nêzî restoranta xwe li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê rastî êrişeke çekdarî hatibû û di encamê de bi giranî birîndar bûbû. Çelebî 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê şehîd bû.
ROJNEWS/SILÊMANÎ