- Sancar: Bi peyamên pûç û vala ne desthilat bi rehetî diçe, ne jî ev pergal dê bê guhertin. Ji bo em vê desthilatê bikin der, biqewirînin me ehd li canê xwe daye. Em wek HDP’ê dixwazin tifaqa gelan a demokrasiyê pêk bînin û ji bo gelan bibin alternatîf.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got, niha dem dema HDP’ê ye: “Em ê di hilbijartinê de vê desthilatê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin. Niha dem dema rêya 3’yemîn e.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Enqereyê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4’an li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet li dar xist. Hola kongreyê bi alên HDP’ê û pankartan hat xemilandin.
Li holê, pankartên bi wêneyê Aysel Tugluk û li serê “Aysel Tugluk bîra me ye, ji girtiyên nexweş re azadî” nivîsandî jî hat daliqandin. Wekî din pankarta bi wêneyên Denîz Poyraz û Garîbe Gezer û li ser nivîsandî “Me ji bîr nekir û em ê nedin ji bîrkirin” û “Em li hundir jî û li derve jî li ber xwe didin, teqez em ê bi ser bikevin” jî hatin daliqandin.
Gel HDP ye
Nûnerên gelek partiyên siyasî yên pêkhateyên HDP’ê û rêxistinên civaka sivîl jî tevlî kongreyê bûn.
Di kongreyê de ewilî Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu axivî û got, ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî mêvanên li holê silav kirin û destnîşan kir ku gel HDP ye û gel va ye li vê dera ye.
Xelk Enqerê bi zilma wê nas dike
Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ji beşdaran re peyivî û got, “Niha dem dema HDP’ê ye, niha li Enqereyê dem dema HDP’ê ye. Çimkî niha dem dema guhertinê, destpêkê û avakirinek nû ye. Xelk Enqereyê bi zilma wê nas dike, em jî wê bi bajarê ku gel hemû dikarin lê bi cih bibin, nas dikin.”
Sancar anî ziman ku ti ferqa Enqereya berê û niha ji hev nîne û ji bo ew azadiyê bînin, dibêjin dem dema HDP’ê ye. Sancar destnîşan kir ku her ku partiya wan HDP bi hêz û xurt dibe guhertina li Tirkiyê jî nêzîk dibe û rizgariya her kesî bi têkoşîna hevpar mumkin e. Sancar da zanîn ku Tayyip Erdogan dixwaze Enqereyê di bin kontrola xwe de bihêle û veguherîne yek rengî.
Guhertin wê ji Enqerê dest pê bike
Sancar got, ew ê guhertinê ji Enqereyê bidin destpêkirin: “Enqere ya ciwan û şoreşgeran e. Enqere cih û warê şoreşgerên wek Mahîr, Denîz e, Enqere destpêkirina tevgera azadiya Kurd e, cihê têkoşîna siyasî ya Kurd e. Em li Çînçînê Romen in û li Haymanayê Kurd in. Em li OSTÎM’ê karker û kedkar in. Li Gaziyê Elewî ne. Em reng, bawerî û xwêdana eniya karker û kedkaran in.”
Sancar destnîşan kir ku ew ji bo aştî û demokrasiyeke mayînde û edaletê bi cih bînin, dimeşin û têkoşîna xwe mezin dikin û got, “Li Tirkiyê gelên me vebijêrkek bi bawer û alternatîf dixwazin. Bi peyamên pûç û vala ne desthilat bi rehetî diçe, ne jî ev pergal dê bê guhertin. Ji bo em vê desthilatê bikin der, biqewirînin me ehd li canê xwe daye. Em wek HDP’ê dixwazin tifaqa gelan a demokrasiyê pêk bînin û ji bo gelan bibin alternatîf. Em dizanin ku ev desthilata 20 salan li ser kar e û naxwaze dest ji vê nihmetê berde. Li pişt wan sûcên mezin hene.
Ji vê ditirsin. Hem naxwazin dest ji vî nihmetî berdin hem jî ji têkçûnê ditirsin. Em bi têkoşîneke rasteqîn dikarin li dijî vê desthilatê bi ser bikevin.”
Rêya 3´yemîn wê wê bi ser keve
Sancar got, têkoşîn jî her roj e û wiha peyivî: “Ji bo em vê desthilatê biqewirînin divê em li benda hilbijartinê nesekinin. Lewma em dibêjin, em tifaqa demorkasiyê li ser têkoşîna hevpar ava dikin. Em ê yekîtiya hilbijartinê jî li ser vî zemînî ava bikin. Heke hilbijartin bibe parçeyekî têkoşîna rojane, wê çaxê em dikarin rê li ber serketinê vekin. Em dibêjin, em hemû bi hev re, gel, kedkar, feqîr û hemû komên baweriyê, divê em tifaqeke berifreh a demokrasiyê ava bikin û em bi biryar li ser vê meşa azadiyê bin. Helbet heke em wisa bimeşin, em ê di hilbijartina li pêşiya me de vê Desthilatê jî biqewirînin û em ê vê pergalê jî biguherînin. Tekane şansê me ev e. Lewma em dibêjin, li Tirkiyê niha dem dema HDP’ê ye. Li Tirkiyê bi pêşengiya HDP’ê dem dema Tifaqa Demokrasiyê ye û niha dem dema Rêya 3’yemîn e.”
Piştî axaftinan hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Pakîze Sînemîllîoglu û Vezîr Parlak dîsa ji nû ve ji bo Hevserokatiya rêxistina HDP’ê ya Enqereyê hatin bijartin.
MA/ENQERE