HDP navnîşana hêviyê ye

Çarşem 9 Mijdar 2022 - 01:51

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got, divê desthilatdarî di zûtirin demê de dev ji polîtîkayên şer û milîtarîzmê berde û got, “Ji bo nixumandina kedxwarî û mêtingeriyê, polîtîkaya şer û çaresernekirinê dimeşînin. Em neçar in ku li dijî van polîtîkayên şer û çaresernekirinê helwêsta xwe nîşan bidin.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de rojev nirxand. Rêxistinên elewiyan ên ku beriya civîna Lijneya Giştî têkildarî pêşnûmaqanûnê li Meclisê, meş li dar xistin jî di civînê de amade bûn. 

Sancar bal bire ser rojeva siyasetê ya welet û got, “Pirsgirêkên civak û welêt roj bi roj girantir dibin û siyaset jî welêt û jiyana civakî dixitimîne. Armanca sereke ya saziya siyasetê ew e ku ji bo pirsgirêkên siyasî û civakî çareseriyên mayînde bi pêş bixe. Desthilatdariya heyî li ser bingehê derew, talan û xwînê hatiye avakirin. Ya ku civakê ber bi karesatan ve dibe jî ev siyaset e. Partiyên muxalif jî ji vê rewşê gelek dûr nînin. Xwedî wê cesaretê nînin ku ji bo pirsgirêkên heyî çareseriyên mayînde peyda bikin. Girîngiya polîtîkayên çareseriyê ya siyaseta demokratîk a HDP’ê jî tam di vê rewşê de xwe nîşan dide û dibe navnîşana hêviyê. Derfetên hêzên demokrasiyê hene ku pergaleke nû ya adilane ava bike. Ev yek jî bi wê pêkane ku kedkar, karker, bindest, Kurd, Elewî û yên din bibin yek û têkoşîneke hevpar bikin.” 

 

Çaresernekirina pirsgirêka Kurd 

Sancar bal bire ser pirsa Kurd û got, “Di mijara pirsgirêka Kurd de divê zûka desthilatdarî dev ji polîtîkaya şer û rêbazên milîtarîst berde. Ji bo nixûmandina kedxwarî û mêtingeriyê, polîtîkaya şer û çaresernekirinê dimeşînin. Hewl didin berê kedkaran bidin hev û bidin şerkirin. Em neçar in ku li dijî van polîtîkayên şer û çaresernekirinê helwêsta xwe nîşan bidin. Ew helwêst jî rêya hemwelatîtiya wekhev û edaletê ye ku ber bi Komara Demokratîk ve diçe.” 

Sancar bi bîr xist ku di nava pênc mehên dawî de li Amed û Enqereyê de 33 rojnamevan hatine girtin û “Texrîbata ku vê desthilatdariyê rê li ber vekiriye pirr mezin e. Lê bila kesek ji ber van qewimînan xwe bêhêvî neke ji ber ku em xwedî wê hêzê ne ku vê desthilatdariyê biguherînin.” 

  

Li ku qirêj hebe navê Soylu jî heye 

Şandeyeke AKP’ê ya bi serokatiya wezîrê dadê hat serdana partiya me û ji ber vê jî qiyamet rabû. Piştî vê serdanê jî spekulasyon û senaryo hatin çêkirin. Armanca serdanê diyar e. Ew jî guherandina destûra bingehîn ya têkildarî ‘sererastkirina laçikê’ bû. Bi daxwaza piştgiriyê hatibûn. Çûbûn serdana partiyên din jî. Me jî rêgezên xwe yên sereke dubare kirin û jê re got dê teklîfê bibin lijneyên pêwîst. Bila AKP êdî biryarekê bide. Gelo kî rêveberiya wan û kabîneya wan temsîl dike? Wezîrê dadê yan yê karên hundir? Heke Soylu be wê demê hûn çima vê şandeyê ji me re dişînin? Em qala wezîrekî karê hundir ê wisa dikin ku navê wî di nava her îftîra, heqaret, kumpas û karên qirêj de tê hildan.” 

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.