HDP li Nisêbîn û Qoserê bû

Duşem 30 Mijdar 2020 - 16:15

  • Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar tevî heyeteke ji partiya xwe li navçeyên Mêrdînê, Nisêbîn û Qoserê çû serdana dikandaran.

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar tevî heyeteke ji partiya xwe li navçeyên Mêrdînê, Nisêbîn û Qoserê çû serdana dikandaran.

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar piştî bernameya xwe ya Mêrdînê, çû serdana dikandarên li Qoser û Nisêbînê. Berdevka Partiyê Ebrû Gunay û parlamenterên HDP'ê Siddik Taş, Îmam Taşçier û Nûsret Maçîn jî di heyetê de amade bûn.

Heyetê destpêkê li Qoserê çûn serdana dikandaran. Sancar û heyeta pê re bi coş hate pêşwazîkirin û wan li pirsgirêkên dikandaran guhdarî kir. Piştre jî ji wir wan berê xwe da Nisêbînê. Heyeta HDP'ê li Nisêbînê bi nîşaneya serketinê hate pêşwazîkirin, lê di nava rewşa awarte de gihîşt ber avahiya HDP'ê ya Nisêbîne.

Heyet li Nisêbînê bi dirûşmên "HDP gel e gel li vir e" hate pêşwazîkirin. Piştre li ber dirûşman ji navçeyê derket.

MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.