MYK'a HDP'ê bi daxuyaniyekê qurbaniyên Komkujiya Zîlanê bi bîr anî û got: "Polîtîkayên li Zîlanê bûn sedema komkujiyê, îro AKP wan dimeşîne."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera Komkujiya Geliyê Zîlan daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP´ê bi bîr xist ku di ser Komkujiya Zîlanê re 91 sal derbas bûne got, jin, zarok û extiyar di nav de bi deh hezaran mirov di vê komkujiya mezin de hatine qetilkirin û hînê mîna roja destpêkê di bîra gelê Kurd de ye ev komkujî: "44 gund hatin şewitandin û çemê Zîlanê bi rojan xwîn herikî. Yên ji komkujiyê filitîn bi zorê hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin desteserkirin. Desthilatdariya wê demê ji bo leşker, cerdevan, milîs û kiryarên sivîl ên berpirsyarê vê trajediya mirovahiyê neyên cezakirin, qanûn çêkir û ev yek jî bû sedema komkujiyên nû. Polîtîkayên înkar û tinekirinê yên ku li Zîlanê bû sedema komkujiyê, îro ji aliyê AKP'ê ve bi rê û rêbazên cuda tê meşandin.

Em bi deh hezaran mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî bi bîr tînin û wan ji bîr nakin. Komkujî û êşên li vê xakê hinceta me ya afirandina welatekî azad û demokratîk in. Ji bo berpirsyarên komkujiyê li pêşberî dîrokê mehkûm bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

ENQERE