HDP'ê dest bi Kurdî kir 

Duşem 22 Sibat 2021 - 00:57

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de dest bi perwerdeya Kurdî ya li nava partiyê kir. 
Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê, bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) yên Kurdî, perwerdeyê dest pê kiriye.

Zêdetirî 400 xebatkar û rayedarên HDP’ê yên wekî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Endamên Lijneya Rêvebirina Navendî, endamên Meclisa Jinan, endamên Meclisa Partiyê, parlementer, rêveberên partiyê beşdarî perwerdeyê dibin. Beşdar li gor asta xwe li 6 polan hatin dabeşkirin û ji ber şertên pandemiyê perwerdahiyê bi rengê online dest pê kir.

HDP bi vê xebatê dixwaze li hemberî zimanê dayikê hestiyarek biafirîne, mafê zimanê dayikê misoger bike û bi gavên berbiçav pêşî li bişaftina ser ziman bigire. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.