• Huda Kaya: Êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê, ne dûrî êrişên li dijî HDP’ê ne. Heman zêhniyet dixwaze me tine bike. Em ê careke din rûpoşa dewleta Tirk bixin xwarê. Em ê van derewên li ser Mexmûr û Şengalê raxin ber çavan.

Şandeya HDP’ê ji bo piştgiriya xelkê penaber, çû serdana waregeha Mexmûrê. Şandeyê got, ew ê rastiya Şengal, Mexmûr û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêman, bi raya giştî re parve bikin. Şandeyê ragihand ku ew ji berxwedana xelkê Mexmûrê hêzê digre û xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye.

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nava hefteyê çûbû serdana Şengalê û li wir hin hevdîtin û lêkolîn kiribû. Wê doh jî berê xwe da Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Şande bi germî hat pêşwazîkirin. Dewleta Tirk a dagirker 1’ê Sibatê bi dijwarî wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kiribû. Şandeya HDP’ê ji bo piştgiriya xelkê wargehê û ji nêz ve dîtina şopên êrişa li dijî wargehê, hat serdana wargehê.

Şandeya HDP’ê li Meclîsa Gel a wargehê bi coş û dilgermî hate pêşwazîkirin. Piştre şande çû cihê balafirên dewleta Tirk a dagirker 1´ê Sibatê bombebaran kiribû. Heyetê dever ji nêz ve dît û lêkolîn li cihê cih kir. Piştî wê, şandeyê berê xwe da Saziya Malbatên Şehîdan û li wir bi sedan şêniyên Mexmûrê re civiya. Li vir parlamenterên HDP’ê ji xelkê wargehê re axivîn.

Exlaqê dewleta Tirk nîne

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş got, “Em tevahiya cangoriyên Şengal, Memxûr û azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em soz didin ku em ê heta dawî li pey doza we bin. Me xwest biçin Şengal û Mexmûr û êrişa 1’ê Sibatê ji nêz ve bişopînin.

Dibe ku em li Bakurê Kurdistanê bin û ji we dûr bin, lê em bi we re dijîn û hûn hertim di dilê me de ne. Dewleta Tirk bi van êrîşan careke din da nîşan ku ew dûrî exlaq û pîvanan e. Lê em ê serbikevin, ji ber ku rêya me, rêya heqîqetê ye.”

Parlementerê HDP’ê yê Izmîrê Murad Çepnî jî got: “Li gel we mayîn, hesteke pirr cuda û kefxweşiyekî mezin e. Berxwedana we hêzê dide me. Em jî êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê hişk şermezar dikin. Em ê heta dawiyê têkoşîna li dijî neheqiyan bikin.”

Heman zêhniyet dixwaze me tine bike!

Parlementera HDP’ê ya Stenbol’ê Huda Kaya jî êrişên li dijî Mexmûrê şermezar kirin û got, “Êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê, ne dûrî êrişên li dijî HDP’ê ne. Heman zêhniyet dixwaze me tine bike. Em ê careke din rûpoşa dewleta Tirk bixin xwarê. Em ê van derewên li ser Mexmûr û Şengalê raxin ber çavan.”

‘Divê her kes dakeve qadan’

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî got, “Armanca me ya serdanê, derxistina holê ya derewên dewleta Tirk e. Me bi çavê serê xwe dît û em ê di rojên pêş de, bi raya giştî re encamên serdanên xwe parve bikin. Divê tevahiya gelên azadîxwaz, ji bo şermezarkirina êrişên li dijî gelê Kurd dakevin meydanan û nerazîbûna xwe bidin nîşan. Ji bo wê, dem dema xwebirêxistinkirinê ye. Em ê bi têkoşîna xwe, bi ser bikevin û bigihîjin azadiyê.”

Em ê bi ser bikevin

Herî dawî li ser navê xelkê Wargeha Mexmûrê, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak got, her kesê ku li ser rêya heqîqetê dimeşe, hevalê wan e û wiha dewam kir: “Em gelekî kêfxweş bûn ku partiya me, serdana me kiriye û êşa me parve kiriye. Em xwedî îrade û têkoşîn in. Gelê Mexmûrê îradeyeke ji pola heye. Ti caran gelê Mexmûrê, serî li ber neheqiyan netewandiye û natewîne. Em hertim li pey doz û armancên xwe dimeşin û em ê bi ser bikevin.” 

ROJNEWS/MEXMUR