HDP bi hevserokê YNK'ê re civiya

Çarşem 29 Îlon 2021 - 05:23

Şandeya HDP’ê çû serdana hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî û pê re civiya. HDP’ê piştgirî da Hevpeymana Kurdistanê ya di navbera Tevgera Gorran û YNK’ê de.

Şandeyeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Cihgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, li Başûrê Kurdistanê ye.

Şande pêr li Silêmaniyê çûbû serdana Tevgera Gorran û cihgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî.

Şandeya HDP’ê doh jî çû serdana hevserokê Yekîtîy Nîştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî û pê re civiya.

Li gorî agahiyan, di civînê de behsa rewşa Iraqê, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û hilbijartinên pêşiya wextê xwe yên Iraqê, hate kirin.
HDP’ê piştgiriya xwe ji bo Hevpeyamana Kurdistanê ya di navbera YNK û Tevgera Gorran de eşkere kir.

YNK’ê ji ber piştgiriya HDP’ê ya ji bo wan, malavahiya wê kir. Li gorî agahiyan, YNK´ê di civînê de bal  biriye ser girîngiya yekîtiya navmala Kurdan û hevsengiya zêdetir ya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.