- Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li ser aloziya li Başûrê Kurdistanê got, ji bo diyalog û danûstandinan HDP amade ye bi erk û berpirsyariya xwe rabe.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bal bire ser aloziya li Başûrê Kurdistanê ku ji ber êrişkariya PDK'ê ya li herêma Garê û deverên din rû da û got, ji bo diyalog û danûstandinan HDP amade ye bi erk û berpirsyariya xwe rabe.
Sancar li ser mijarê wiha peyivî: "Ji Başûr agahiyên ku mirovan dixin nava fikaran tên. Dibêjin, li wê derê di navbera hêzên Kurd de rageşiyek heye. Mixabin hin bûyerên neyînî diqewimin."
Sancar bal bire ser tehlûkeya li ser gelê Kurd û diyar kir ku di rewşeke wiha de mafê ti hêza Kurd nîne ku birînan ji nû ve der bike.
Mîthat Sancar wiha peyivî: "Pirsgirêk çi dibe bila bibe, yekane rêya çareseriyê ya hêzên Kurd, diyalog e. Ne girîng e ka pirsgirêk çi ye. Girîng e ka çareserî çi ye. Ji ber ku li dinyayê dibe ku bi qasî ku li ser gelê Kurd tehlûke heye li ser ti gelê din nîbe."
Ne ji mafê kesî ye tehlûkeyê nebîne
Di dewama axaftina xwe de Sancar hem rexne girtin li aliyan û hem jî alî hemû hişyar kirin: "Mafê nunerên siyasî yên vî gelî nîne ku vê rastiyê nebîne. Bêguman em ji bo berpirsyarî, diyalog û danûstandinê bang dikin. Banga me li hemû aliyan e, ne tenê li aliyan her wiha em bang li gelê Kurd, nivîskaran, hunermendan, aliman û rûspiyan dikin: Bi dengekî bilindtir ji hêzên siyasî re bibêjin, yekane rêya çareserkirina pirsgirêkên nava Kurdan hemûyan diyalog e, danûstandin e. Wezîfeya ku dikeve ser milê me hemûyan ev e."
Mîthat Sancar destnîşan kir ku HDP amade ye di vê mijarê de wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bîne.
ENQERE