HDP Başûr vedixwîne
Çarşem 2 Adar 2022 - 16:31
Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca vexwendina Newroza Amedê, çû serdana Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şûî).
Di şandeya HDP´ê de parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier û Hasan Kaçmaz hene. Ew diçin serdana hemû aliyên siyasî ji bo ku wan vexwînin Newroza Amedê.
Şande doh li Hewlêrê çû serdana Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şûî). Îmam Taşier ji Rojnewsê re got, “Di serdanên me yê li gel partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de, îro (doh) em bi armanca vexwendina ji bo pîrozbahiya Amedê çûn serdana Hizba Komunîsta Kurdistanê. Serdanên me wê dewam bikin. Em ê sibe (îro) biçin serdana Silêmaniyê jî. Em ê hêz û aliyên siyasî yên li vî bajarî jî bibînin.”
Sekreterê Hizba Komunîsta Kurdistanê, Kawa Mehmûd têkildarî serdana HDP’ê got: “Şanda HDP’ê bi mebesta vexwendina pîrozbahiya sersala Kurdî ya Amedê serdana me kir. Herwiha me li ser bihêzkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de li hev kir.”
Şanda HDP’ê doh wekî din li Hewlêrê çû serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê û hinek rêxistinên din jî.
ROJNEWS/HEWLÊR