- HDP: Partiya me weke aktorekî damezirîner ê siyasî, ji bo çareserkirina pirsgirêkan giringiyê dide rê û rêbazên gotûbêjan û ji bo destpêkeke demokratîk, bi roleke sereke radibe.
HDP´ê bi beşdariya endam, rêveber û pekhateyên xwe “Deklarasyona Banga Edalet, Aştî û Demokrasiyê” eşkere kir. Di deklarasyonê de HDP´ê got, ew ji bo têkoşîn û rêveberiyeke hevpar amade ye.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) “Deklarasyona Banga Edalet, Aştî û Demokrasiyê” ya têkildarî pirsgirêk, çareserî û muxatebên wan ên Tirkiyeyê, eşkere kir. Ji bo deklarasyonê pekhate, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (DRN), parlementer û şaredarên HDP’ê li navçeya Çankaya ya Enqereyê kom bûn. Di deklarasyonê de, siyaseta dema pêş a partiyê cih girt.
Hevberdevkên Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Partiya Ji Nû Ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ûgûr, Hevserokên Partiya Bindest a Sosyalîstan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk (YSP) Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin û Hevberdevka SODAP’ê Sevtap Karadag Karahali jî di civênê de amade bûn.
Hevserokan eşkere kir
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, deklarasyona ji 11 xalan eşkere kirin. Beriya rêzkirina xalan, hevserokan got, ”Partiya me wek aktorekî damezirîner ê siyasî, ji bo çareserkirina pirsgirêkan giringiyê dide rê û rêbazên gotûbêjan û ji bo destpêkeke demokratîk, bi roleke sereke radibe. Di serdan û hevdîtinan de me dît ku gelê me jî ev rol li me bar kiriye, lewma berpirsyariya me gelekî zêde ye.
Tifaqa demokratîk
Em ji bo hilbijartinên parlamenê, dixwazin bi dirûşmeya “tifaqa demokratîk” meşa xwe ya tifaqa gelan û tifaqa aştiyê û tifaq û piştevaniya jinan bidomînin, bi hişmendiya tifaqa ekolojiyê, muxalefeta civakî û siyasî bi hêz bikin, bi tevgerên kedê, jinan û ciwanan, yekîtiya xwe xurt û berfireh bikin û têkoşîna hevpar bi pêş bixin. Ji bilî vê çarçoveyê em bi tu aliyan re tifaqê nakin.
Em dixwazin ku Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê û hemû sazûmaniya ku li dor wê hatiye avakirin biguherînin ku îro bi wê pergalê dixwazin zordestî û neheqiyê li ser gelê me ferz bikin û wê mayînde bikin.”
Ji bo hilbijartinên serokkomariyê jî HDP dibêje, ”Namzetê Serokkomariyê çi ji HDP’ê, çi ji partiyeke din, em dixwazin ku li şûna namzetan rêbaz û prensîban nîqaş bikin. Ji ber ku veguherîneke demokratîk, bi rêbaz û prensîban û bi gotûbêj û rêkeftinê tê avakirin, ne bi kes û namzetan.”
11 xalên helwêsta HDP´ê
Hevserokan 11 xalên sereke yên deklarasyona helwêsta xwe ya siyasî jî wiha îafde kirin:
- Demokrasiyeke bihêz a li ser esasên lihevkirineke demokratîk avabûyî, gotûbêj û danûstandinên bi gelek aliyan re û misogerkirina maf û azadiyên gerdûnî, bi baweriya me îro pêdiviya sereke ya Tirkiyeyê ye.
- Daraza bêalî û serbixwe: Îro li Tirkiyeyê daraz di bin hikmê Rêvebiriyê de ye. Hişmendiya desthilatiyê ew e ku bi hêza darazê civak û siyasetê dîzayn bike, muxalefetê tasfiye bike, lewre îro bêedaletî li her derê hatiye serwerkirin. Ji bo pêkanîna edalet û aştiya civakî divê dozên siyasî û mehkûmiyetên ku ji aliyê vê darazê ve hatine dayîn, bên betalkirin. Divê biryar û pêşniyazên dadweriya navenetweyî derbarê binpêkariyên mafên mirovî, bêhiqûqiya li zindanan û tecrîdê neyên piştguhkirin.
- Îradeya gel, ne rejîma qeyûman: Rejîma qeyûman, ji şaredariyan heta zanîngeh û sazî û dezgehên civaka sivîl, mafê bijartin û hilbijartinê tine kiriye, îradeya gel û edaleta hilbijartinê desteser kiriye. Ji bo bidawîkirina pergala qeyûman, ji bo tezmînkirina ziyanên bi destê qeyûman û ji bo îadekirina mafên qeyûman desteserkirî, divê demildest gav bên avêtin.
- Çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurdan: Îro li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin û dîrokî ya ku divê bê çareserkirin, pirsgirêka Kurdan e. HDP, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan û aştiyê û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên pêkhateyên civakê amade ye ku bi rola xwe rabe. Ji bo çareseriyeke demokratîk, divê riyên diyalogê bi muxateban re bên avakirin.
- Dîplomasiyeke aştiyane: Li welêt, li herêmê û li cîhanê, polîtîkayeke aştiyane û stratejiyên ku xwe dispêrin hevkariyeke mayînde, bingeha hişmendiya dîplomasiya nû ye. Dîplomasiyeke bihêz û xwedî prensîp, diyalog û peywendiyên aştiyanê, ji bo meslehet û mifaya me hemûyan riya herî rast û pêwîst e.
- Azadî û wekheviya jinan: Ji bo misogerkirina jiyanake azad û wekhev û ji bo avakirin û pêkanîna yeksaniya temsîliyeta jinan, divê beriya her tiştî pergala hevserokatiyê bê belavkirin û bicihkirin. Serwerkirin û pêkanîna Peymana Stenbolê îro gaveke pêwîst û pêdiviyeke lezgîn e.
- Di aboriyê de edalet: Qeyrana aborî, ewlehî û siberoja her kesî tarî kiriye, ji bo wê jî divê polîtîyeke bingehîn bên avakirin. Divê îstîxdam bê zêdekirin û dahateke adilane bê belavkirin û ji bo bidawîkirina bêkarî û xizaniyê “Bernameya Belavkirina Heqane” bê amadekirin.
- Di rêveberiya giştî de liyaqet: Divê rêvebiriya giştî, nekeve bin hikmê bloka desthilatiyê û tenê alîgirên wan neyên bicihkirin. Di rêvebiriya giştî û erkdarkirinê de divê liyaqet bibe pîvana bingehîn.
- Parastina xwezayê: Divê li dijî qeyrana avûhewayê, rewşa lezgîn bê ragihandin û di serî de KanalIstanbul û hemû projeyên ku xisarê didin xwezayê û hawirdorê talan dikin û daristan, erdên cotkariyê û robarên ku ji bo rantê tên talankirin, bên sekinandin.
- Jiyanake azad ji bo ciwanan: Divê rêz li daxwaz û şêwaza jiyanê ya ciwanan bê girtin û ji bo ku ew karibin xwe bi awayekî azad îfade bikin û bijîn divê di perwerdehî, çand, aborî û qadên civakî û siyasî de hemû astengiyên li ber wan bên rakirin.
- Destûra bingehîn: Destûreke nû ya sivîl û azadîxwaz û peymaneke civakî ya rasteqînî, dê li Tirkiyeyê destpêkeke nû û demokrasiyê bi xwe re bîne. Divê ew destûr, bi beşdarkirina hemû pêkhateyên civakê û bi danûstandin û gotûbêjan bê amadekirin.
MA/ENQERE