HDP aktoreke sereke ye

Pêncşem 12 Çile 2023 - 02:05

MUSTAFA DOGAN/ENQERE

 

Alîkarê Hevserokên HDP´ê Tayîp Temel, li ser rojeva hilbijartinê bersiv da pirsên rojnameya me û got, wan bi biryara nîşandana namzetê serokkomariyê, hêza HDP´ê nîşanî aliyan hemûyan daye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku ew ê tevî Tifaqa Ked û Demokrasiyê namzetê xwe yê serokkomariyê diyar bike. Vê yekê siyaseta Tirkiyeyê hejand, hesabên heyî jî serûbinî hev kirin. Bi nêzîkbûna hilbijartinan re vê gava HDP´ê kir ku hesabên hilbijartinê ji nû ve bên kirin. Em li ser vê meseleyê bi parlamenterê HDP´ê yê Wanê û alîkarê Hevserokên HDP´ê yê ji Weşan û Propagandayê berpirsiyar, Tayîp Temel re peyivîn.

Tayîp Temel bal bire ser wê yekê ka çawa hem desthilata AKP-MHP´ê û mixalefeta şeşalî ya tê de CHP û ÎYÎP hene, HDP, jinan û kedkaran tine dihesibînin û got, “Di pêvajoyeke welê de ku wê hilbijartina herî krîtîk a dîroka Tirkiyeyê pêk werin, em qebûl nakin ku HDP, jin, kedkar li der bên hiştin û tine bên hesibandin. Eşkere ye ku hem desthilat û hem jî mixalefet vê dikin.”

 

Guh nedan bangên me

Tayîp Temel bi bîr xist ku wan gelek caran bang li aliyan kiriye ji bo ku li ser pîvanên tifaqeke muhtemel bipeyivin, lê aliyan guh nedaye wan: “Gelek caran me bang kirin: Ev in pîvanên me. Em ne li ser kesan lê li ser pîvanan bipeyivin. Bi ya min me erka xwe bi cih anî. lê mixabin, beramberî vê aliyên din gav neavêtin.

Em weke HDP xwe disipêrin wê terîfa ´partiya muzakereyan´. Timî em ji hevparbûnê re amade ne. Deriyê me li kesî nehatiye dadan. Em vê ne tenê elaqedarî kesan dibêjin, ji bo me ne navên kesan lê pîvan muhim in.”

 

Helwêsta HDP´ê rêya sêyem e 

Tayîp Temel bi bîr xist ku ew ne bi aliyekî re ne, lê rêya wan a sêyeme û wiha peyivî: “Aliyek rexneyan li HDP´ê digire, dibêje, HDP nêzîkî Tifaqa Cumhur e. Aliyê din jî bi israr HDP´ê weke pêkhateyeke Maseya Şeşalî nîşan dide. Lê belê her du jî ne rast in. Helwêsta partiya me Rêya Sêyem e. Minaqeşeyên piştî eşkerekirina biryara me, siyaseteke çelexwarîkirina rastiyê ye.”

Tayîp Temel bi bîr xist ku ji mêj ve siyaseteke xwe disipêre îluzyona “HDP tine ye” li dijî wan hatiye birêvebirin û wiha dewam kir: “Xwestin HDP´ê bi miameleya bi kesên ´afarozkirî´ re ji siyasetê bikin der. HDP´ê ev îluzyona êdî tamsarbûyî bi dawî kir. HDP´ê hêza xwe bi bîra aliyan xist. Ev dekûdolabên hanê jî pûçkirin.”

 

Her kes wê xwedî li namzetê HDP´ê derkeve

Li ser aktorbûna HDP´ê ya di siyasetê de û diyarkirina namzetê xwe de jî alîkarê hevserokên HDP´ê Tayîp Temel got, “Em ne li kêlekê ne, di siberoja vî welatî de em ji aktorên sereke ne. Namzetê me wê bibe namzeteke yan jî namzetekî her kes lê xwedî derkeve. Maseya Şeşalî namzetê xwe eşkere nekiriye. Pêvajoyeke hevpeyvînan ya bi me re nehatiye destpêkirin. Em niha li duriyanekê ne.

Heger em hevpar nebin û hilbijartin bimînin ji tûra duyem re, gunehê vê di stûyê Masaya Şeşalî de ye jî. Ya ku em dixwazin lihevkirineke demokratîk ya herî kêm e. Yên ku ji vê re ne hazir in, siberoja Tirkiyeyê dikin bi gorî lihevnekirinên xwe.”

 

Me da rê hew bi me dikarin

Tayîp Temel li ser blokekirina alîkariya xezîneyê jî got, “Gava ku biryara blokekirinê hat dayîn, telefonên navenda me ya giştî asê bûn. Vî karwanê da rê, wê ileh bigihêje qonaxa xwe ya dawî. Bila ti kes me neşibîne partiyên nîzamê. Ne dewletê em ava kirin û ne jî wê em mezin kirin. 

Ji bo her astengiyê, pêngavên me yên stratejîk û taktîk hene ku neyên bîra desthilatê jî. Senaryoyên me yên pirralî ji bo her gava wan jî hene. Bila dilê miletê me xweş û rehet be. Em ê gelên Tirkiye û Kurdistanê di ti şert û mercî de bê alternatîf nehêlin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.