Di mihrîcana li kampa Berxwedanê ya li navçeya Fafînê ya ser bi Şehbayê de Tevgera Çand û Hunerê ya Reqayê û bi sedan kes beşdar bûn.

7 beşdar ji bo qonaxa sêyemîn a Mihîrcana 3’yan a Hawar a Stranan hatin neqandin.

Piştî ku tevahiya beşdaran stranên xwe gotin, komên Tevgera Çand û Huner a Reqayê hin stranên bi Kurdî û Erebî û stranên şoreşgerî gotin.

Piştî ku komên Tevgera Çand û Huner stranên xwe bi dawî kirin, komîteya nirxandinê 7 kes ji bo merheleya sêyemîn bijartin. Kesê hatin bijartin ev in: Mistefa Şêxo, Zêrîn Îbiş, Mêrvan Zîbar, Ehmed Birîm, Îbrahîm Ebdo, Ferîde Tarî û Serhed Seydo.

Çalakiyên ihrîcana Hawarê di 20’ê Îlonê de bi dawî dibin.

ANHA/ŞEHBA