HAWAR hat hewarê!

Nûçeyên Dosye

Çarşem 28 Nîsan 2021 - 05:46

  • "Hawar hawara we ye, Deng û gaziya we ye, Jîn û zanîna we ye, Werin, hawara xwe bin." Hawar hat hewara me, lê divê em jî herin hewara Hawarê û wê bixwînin, Celadet Alî Bedirxan bi bîr bînin. 

ARDÎN DÎREN

Her ku zordaran xwestiye bîra me şêlû bikin û civaka me tine bihesibînin, hin pêşeng û lehengên Kurd xwe gihandine hewara me û em li darê dinê parastine. Celadet Alî Bedirxan di çaxekî de ku Kurd qirr bûne û hatine ber nemanê, pênûsa xwe ji kalanê xwe kişandiye û xwe gihandiye hewara Kurdan. Ji lewma kesayeteke wek Celadet Alî Bedirxan divê tim li bîra Kurdan be û tiştên wî ji bo ziman kiriye, ti carî neyên jibîrkirin. 

Celadet Alî Bedirxan 26’ê Nîsana sala 1893’yan li Stenbolê hat dinê. Bi gotineke din ew ji axa bav û kalan dûr, li sirgûniyê çêdibe. Wê demê malbata Bedirxaniyan ji hêla Osmaniyan ve li Stenbolê hatibû bicihkirin. Helbet çîroka malbata Bedirxaniyan dûr û dirêj e, û her wiha ya Celadet Alî Bedirxan jî. Lê min niyet heye ez zêde dirêj nekim û bêhtir berê xwe bidim kovara Hawarê û Celadet Alî Bedirxan bi rêya kovarê bi bîr bînim.

Hawar bûye yek ji wan hîmên heyîna Kurdan

Gava mirov dibêje, Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê tê bîra mirov, bêyî kovara Hawarê, mirov nikare Celadet bi bîr bîne. Li ser kovara Hawarê min xwest bi arşîvê dakevim û binihêrim ka ji bo destpêkê ew li çi hizirîne û wan çi nivîsiye di kovara Hawarê de. Hêvî û gazinên wan yên wê demê ji bo ziman çi ne û bi kîjan armancê xwestine kovarekê derxin û xwe bigihînin hewara zimanê xwe. 

Ziman, şerta heyînê a pêşîn bû û Celadet Alî Bedirxan bi vê rastiyê di wî zemanî de baş pê hisiyabû. Hawar gaveke girîng û dîrokî bû ji bo Kurdan. Celadet Alî Bedîrxan rewşenbîrekî berê wî li siberojê bû, zanibû dê xebateke wiha bibe hîmê heyîna Kurdan. Di hawarê de cara ewil Alfabeya Latînî-Kurdî tê bikaranîn, ev yek ji bo zimanê Kurdî destpêkeke nû û giranbuha bû. Her çiqas Kurd dereng pê hisiyabin jî Hawar bûye bingeha zimanê Kurdan û Kurdan li ser vê bingehê kovar û rojnameyên din derxistine. Hawar bûye stêrka geş a wêjeya Kurdî û rêya nifşên nû ronî kiriye bi şewqa xwe.

Siyaset ji civatên welatî re hiştiye

Di hejmara yekemîn ya kovarê de, di rûpelên ewil de ev hevok dikevin ber çavên mirov: “Hawar ji îro pêva her tiştê ku Kurdanî û Kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tenê siyaset jê dûr e, xwe naxe siyasetê. Hawarê siyasetê ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn û sinhetê de dê bixebitin.” 

Diyar e piştî şikestina Serhildana Agirî û belavbûna rêxistina Xoybûnê, Celadet Alî Bedirxan xwe li wêjeyê girêdaye û destê xwe ji siyasetê şûştiye. Lê ew her çiqasî wiha bibêje û rasterast siyaset neke jî ew bi kovara Hawarê ekolekê ava dike. Ev ekol jî xwedî bîr û bawerî û bîrdoziyekê ye û têra xwe polîtîk e. Di vir de meqseda wî bipêşxistina ziman û wêjeyê ye. Ew vê valahiyê baş dibîne û bi kovareke wek Hawarê dixwaze vê valahiyê dagire. Ev jî kêm zêde siyesetek e. Heta mirov dikare bibêje, siyaseteke hêja û bi bandor e.

Kurdî ji ti zimanî bi şûnde nemaye

Celadet Alî Bedirxan, di kovarê de pesnê zimanê Kurdî dide lê kêmasiyên wê jî dibêje. Ew zimanê Kurdî hem teng û hem jî fireh dibîne: “Fireh e; bi her tiştê ku Kurd pê mijûl bûne, dest dane wan, di wî warî de zimanê Kurdî wek zimanên din û ji hina bêtir pêş ve çûye û kemiliye û ji ti zimanên kemilî bi şûnde nemaye. Teng e; herçî ku ji Kurdan re nenas mane û Kurd pê mijûl nebûne, di wî warî de zimanê me rawestiyaye, pêş ve neçûye, di cihê xwe de maye.”

Ji ber van sedeman ew dipirse: Em çi bikin ku zimanê me bikaribe vegere ser xwerûtiya xwe û di nav zar û zaravayên xwe de bikemile û bibe zimanekî tekûz?

Di her hejmarê de ferhengokek

Ew dikeve dû peyv û gotinên winda û dixwaze di kovarê de quncikekê ji bo ferhengê veqetîne da ku ev peyv winda nebin û werin bikaranîn. Dibeje, em li pey wan in û hin bi hin em wan bidest dixin û disenifînin. Girîngiya ferhengokê ya ji bo ziman wiha bi lêv dike; “Ji bona pêşvaçûna ziman, divêt em bendên xwe bi tevahiya van pirsan binivisînin û li pêşiya her hejmarê ferhengokekê deynin û tê de maneya pirsên ku di zaran de kêm bûne û yên ku ji nû ve hatine hevedudanin ji xwendevanên xwe re bidim zanîn. Ji xwendevanên xwe hêvî dikim ferhengoka me qenc bixwînin û heke di gotin an jî peyvekê de fikarên wan çêbûn ji me re binivisînin.”

Hawar zaroka Kurdan e

Celadet Alî Bedirxan ji bo Hawarê dibêje, wek zarokeke nûza ye û kovarê wek zaroka Kurdan bi nav dike: “Wek her zarokî, ew bi xwedîkirina dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijî. Her kes her Kurd dikare alîkariyê bide Hawarê. Teqez mebêje ku ez mirovekî reben û nekêrhatî me û ji min ji diayê pêve tiştek nayê. Belê, tu kes vê xeberê mebêje, her kes bi tiştekî, bi awayekî dikare bê hawara Hawarê...”

Û herî dawî bi tîpên mezin “JI XWENDEVANAN RE”:

Hawar hawara we ye,
Deng û gaziya we ye,
Jîn û zanîna we ye,
Werin, hawara xwe bin.

Belê Hawar hat hewara me, lê divê em jî herin hewara Hawarê û wê bixwînin, Celadet Alî Bedirxan bi bîr bînin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.