Havîneke têr bi huner

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Îlon 2024 - 00:36

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Projeya Dibistana Havîn ku bi pêşengiya Şanoya Çiyê hate bicihanîn, hêza hevgirtinê ya hunerê gihand ciwanan. Ev dema havînê ku bi perwerdeyên muzîk û şanoyê têr û tijî derbas bû, ne tenê hunera beşdaran xurt kir, her wiha firsend da ku piştevanî û hevkariya çandî jî bê pêşvebirin. Projeya Dibistana Havînê ku bi piştgiriya herêmî û navneteweyî mezin dibe, zarok û ciwanên li herêmê di havîneke hunerî de derbas dike û dixwaze hem ji aliyê şexsî ve kesayetan bi pêş ve bibe, hem jî hişmendiya civakî xurt bike.

Endamê Şanoya Çiya Simko Cûdî li ser armanca projeya Dibistana Havînê axivî û got, "Bi vê projeyê dihate xwestin, di navbera ciwanan de huner bê pêşvebirin û eleqeya ji bo hunerê bê zêdekirin. Me xwest nirxên hevpar ên gelên Suryan, Ereb, Kurd, Ermen, civaka Êzidî xurt bikin. Her wiha me plan kir kuk havînek bi hunerê têr û tijî pêşkêşî beşdaran bikin."

Simko Cûdî anî ziman ku di projeya bi pêşengiya Şanoya Çiya de di halê hazir de sê mamosteyên hunerê hene, projeyê meha Hezîranê destpê kir û got, "Li Dibistana Havînê hefteyê pênc rojan perwerdeya hunerê tê dayin. Destpêkê hatibû plankirin ku perwerde ji ciwanên navbera 14 û 18 salî re bê dayin; lê belê ji ber daxwaza zarokan û eleqeya wan a li muzîk û şanoyê, me zarok jî tevlî kir."

Perwerdeya şano û muzîkê

Cûdî diyar kir ku li Dibistana Havînê perwerdeyên muzîk û şanoyê têne dayin û li ser naveroka perwerdeyê jî got, "Sê mehan di beşa muzîkê de li ser amûran, karê koro, nota û solfejê ders hatin dayin. Di beşa şanoyê de jî li ser lîstikvanî, nivîsandina lîstikan, drama, deng û diyafram û jest perwerde hate dayin. Her wiha ciwan û zarokên tevlî perwerdeya şanoyê bûn, yekser beşdarî nîşandana şano jî bûn û tecrûbe wergirtin. Di perwerdeyê de ku 47 jê zarok, 9 jê jin û 15 jê ciwan tevlî bûn, giranî ji mijarên cuda re jî hate dayin. Bi beşdariya Rêxistina Stêrk ji zarokan re li ser girîngiya paqijiya şexsî û hawirdorê perwerde hate dayin. Ji bo ciwan û zarok bi çanda xwe mezin bibin li ser girîngiya mezinbûna bi çanda xwe hate rawestîn."

Lîstik, rojên dengbêjiyê û nîşandana filman

Cûdî diyar kir ku roja Înê jî çalakiyên hunerî hatin lidarxistin û got, "Di nava 12 çalakiyên hunerî de di serî de 'Wê Werin', 'Vejîn' û 'Em yan Ez' çar lîstikên şano yên ji aliyê dibistana havînê ve hatin afirandin, hatin nîşandan. Fîlmên 'Ji bo Azadî' û '14'ê Tîrmehê' hatin nîşandan. Bi beşdariya zarok, ciwan û extiyaran rojên dengbêjiyê hatin lidarxistin. Bi van çalakiyan baldarî û eleqeya ji bo hunerê zêde bû." Simko Cûdî anî ziman ku beşdarên Dibistana Havîn li Rimêlanê tevlî Festîvala Zarokan bûn û got, "Di vê festîvalê de lîstika Çîrok û Çîvanok a zarokan, lîstika Nezanî rehetiya Canî ya ciwanan hatin nîşandan. Her wiha koroyeke ji jin ên ciwan jî muzîka xwe pêşkêş kir û koroyeke ji 40 zarokan bi stranên xwe reng dan festîvalê."

Piştgiriyek xurt ji bo Dibistana Havînê

Cûdî ragihand ku hin saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Ewropayê piştgiriyê didin projeya Dibistana Havînê û got, "Diyaloga ku em bi saziyên li Ewrûpayê re datînin tevkariyê li naskirina çanda li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xurtkirina wê dike. Her wiha berhemên Şoreşa Rojava li cîhanê têne nasandin. Par ji herêma Baskê Şaredariya Durango, Komeleya Fonti Di Pace, Rêxistina Societa in Formazione, Teatro Degli İncontri, Teatro Ura, Oltreunpo Teatro û saziyên Comunita Brasiliana ya li Romayê piştgirî dan karên me yên hunerê. Îsal jî Komeleya Fonti Di Pace piştgiriyeke girîng da dibistaina havînê. Tê payin ku salên bê jî piştgiriya van saziyan dewam bike. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştgiriya Koma Zarokan a Stêrk, Jineolojî û Jinwar girîng bû."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.