- Piştî ku pandemiya par gelek çalakî û festîvalên wêjeyî li Elmanyayê dan betalkirin, îsal bi tevdîrên pandemiyê çalakiyên wêjeyî wê pêk bên. Yek ji wan jî Havîna Wêjeyî ye ku îsal bi beşdariya bêhtirî 50 nivîskaran pêk tê.
Îsal 22´ya Havîna Wêjeyî tê organîzekirin. Organîzator Dr. Oliver Vogt ê ji EuregioKultur, Claudia Büchel a rêvebera projeyê bi tevahî, Arno van Rijn ê rêveberê projeyê ji bo Mönchengladbach û Ina Engelhardt a ji EuregioKultur ji niha ve pirr şa ne. Bê sebir li benda çalakiyên ji 6´ê Tîrmehê ta 4´ê Îlonê ne. Di vê festîvala xwendinên edebî de, îsal wê bêhtirî 50 nivîskarên ji Elmanya, Belçîka û Holandayê li 20 bajarên van welatan ji kitêbên xwe bixwînin.
Herçî Mönchengladbach e, wê 4 nivîskar lê ji kitêbên xwe bixwînin. Yek ji wan jî Kurdeke Êzîdî ye, berê me kitêba wê di rojnameya xwe de dabû nasîn: Ronya Othman.
Bernameya îsal a vê festîvala weêjeyî ya ji bo nivîskarên Elman, Belçîkî û Holandî ya li herêmên Rhein û Maas, saziya EuregioKultur e.V. ya li bajarê Elmanyayê Aachenê diyar kiriye. Lê rêveberiya projeyê dîsa weke berê di destê Kitêbxaneya Bajêr a Neussê de ye.
Dr. Oliver Vogt organîzatorê projeyê ye li cem EuregioKulturê. Ew dibêje, "Berê pirraniya çalakiyan li Elmanyayê bûn. Vê carê ji me hat ku em bikin, nisbeta bajarên Elmanyayê û Holandayê weke hev be." Ji bo siberojê, wê nisbeta bajarên Belçîkayê jî were zêdekirin. Îsal tenê bajarê Genkê ji Belçîkayê di festîvalê de cihê xwe digire.
Li Mönchengladbachê îsal wê 4 çalakî hene
Li Mönchengladbachê îsal wê 4 nivîskar ji kitêbên xwe bixwînin. Par ji ber pandemiyê, çalakî hatibûn betalkirin. Çalakiya destpêkê jî 6´ê Tîrmehê ye. Nivîskarê bestseller ê Holandî Arnon Grünberg wê li Kitêbxaneya Bajêr a Rheydter ji romana xwe ya nû "Besetzte Gebiete (Deverên dagirkirî)" bixwîne. Roman li ser Psîkyatrekî li Amsterdamê ye ku li ser skandaleke MeToo ji karê xwe tê menihkirin û berê xwe dide cem hezkiriya xwe ya li Şerîa Rojava. Xwendin wê di ser înternetê re jî bê weşandin.
Piştre jî 5´ê Tebaxê li heman bajarî û li heman cihî nivîskar Shida Bazyar wê ji romana xwe ya gelekî bû sedema minaqeşeyan a bi navê "Drei Kameradinnen (Sê jinên hevrê)" bixwîne. Mijara romanê nasname ne.
Bi Havînê bi dawî dibe
Îsal dewama rêzegotara ji klasîka Holandî ya bi navê "Das Büro (Buro)" ya nivîskar J.J. Voskuil ê 2008´an wefatkirî, wê hebe. Ew di berhema xwe de henekê xwe bi jiyana rojane ya karê li buroyan dike. Vê carê wê ji berga 6´an 13´ê Tebaxê bê xwendin li "Lager" a Kitêbxaneya Bajêr a li Neuwerkê. Şanogerê navdar ji Şanogeha Krefeldê Ronny Tomiska wê ji kitêbê bixwîne.
Çalakî bi xwendina ji berhema nivîskar û rojnamevana Kurd û Êzîdî, Ronya Othman wê bi dawî bibin. Ronya Othman wê 25´ê Tebaxê li Kitêbxaneya Bajêr a Rheydter a bajarê Mönchengladbach ji romana xwe "Die Sommer (Havîn)" bixwîne. "Die Sommer" romana wê ya pêşî ye û tê de behsa şerê li Sûriyê dike. Keçeke malbateke Elman û Êzîdî havînan diçe Sûrî û navê romanê jî ji van serdanên havînê tê.
Çalakiyên îsal wê hejmareke diyar kesan qebûl bike, weke tevdîra di dema pandemiyê de.
AACHEN