Ronya Othman, bi romana qismî otobiyografîk a ku behsa havînên çûna welatê xwe yanî Kurdistanê dike, esas hem bi bîr tîne û hem dihizire. Ew xwe weke Kurdeke Êzîdî bi van havînan nas dike. Di romana wê de gundê li Rojava ji bo qehremana Romanê Leylayê, mekanê çûna her havînê ye. Gundê bapîr û dapîra wê ye, gundê havînan diçiyê. Niha “Rowohlt Theater Verlag” roman kire metn û berhemeke şanoyê. Promiyera şanoyê îro li bajarê Elmanyayê Osnabruckê li şanogeha Emma Theater ya ser bi Şanoya Bajêr a Osnabrucke.
Romana Die Sommer (Havîn) ji weşanên Hanser Verlag derketibû.
NAVENDA NÛÇEYAN