Havîna Ronya bû şano

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Îlon 2023 - 03:07

Romana destpêkê ya Ronya Othman “Die Sommer” (Havîn) ji bo wê li Elmanyayê bûbû serketineke mezin. Vê romana 2020´an Ronya Othman û rewşa penaberên Êzîdî yên havînan vedigeriyan Sûrî xweşik raxistibû ber çavan. Niha li bajarê Elmanyayê Celle, bi derhêneriya Ruth Langenbergê ev roman weke şano wê bê nîşandan. Lêanîna romanê li şanonameyê jî Ruth Langenberg bi Ella Elia Anschein re kiriye. Premiera şanoyê wê 15´ê Îlonê bi rê ve biçe û heta 17´ê Mijdarê wê li hola Studio Malersaal a Schlosstheater a Celleyê 10 caran bê nîşandan.

Herçî dika şanoyê ji bo vê lîstikê ye, û kostumên aktor û aktrîstan in, Christian Hofmann çêkiriye. Dramaturgiya wê karê Sandra Omlor e. Lisa Mader û  Nora di Fausto jî aktrîstên wê ne.

Ji lîstikê ev gotin, hizra karektera sereke (Di romanê de bêjer) xweşik nîşan didin: “Ez ji xwe dipirsim, çima em qet nebûn hevalên hev. Du dotmamên hev, temenê me weke hev bû, her havîna xwedê jî me bi hev re dibihurand.”

Gundê ku havîn lê dibuharandin li Cizîra Rojava ne dûrî sînorê bi dewleta Tirk û Başûrê Kurdistanê re ye. Karektera sereke Leyla, her havîn li wir bi pismam û dotmanên xwe re dilîze û bi wan re şer jî dike. Ji pîrika xwe hîn dibe xwarinên Kurdî çêke û helbet rêûresmên Êzîdiyan jî nas dike. Dayika wê Elman e. Ev çûnaûhatina di navbera du çandan de jî çûnûhatinek e. Gava li Sûrî şerê navxweyî dest pê dike, çûnûhatin jî radiweste.

Li Elmanyayê, berê awirên Leylayê her li Kurdistanê ye û ciwaniya wê di navbera azadî, bêrîkirin û hîsên sûcdariyê dibihure. Gava ku li zanîngehê dixwîne, Fermana Şengalê diqewime. Ronya bi vî awayî dest bi lêgerîneke li nasnameya xwe dike. Şano wê çiqasî serketî romanê li ser dikê nîşan bide, wê ji 15´ê Îlonê heta 17´ê bi deh pêşkêşkirinan nîşan bide.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.