Hamburg li nobetê ye

Sêşem 4 Tebax 2020 - 16:20

  • Nobedarên Azadiyê yên li Strasbourgê hefteya 424'an jî komek ji sê kesan a ji bajarê Hamburgê yê Elmanyayê ye.

Çalakiya nobetê ku ji bo azadiya Rêber Apo di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li pêşiya avahiyên Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) dest pê kir, didome.
Her hefte Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarekî Ewrûpayê tevlî çalakiyê dibin. Nobedarên hefteya 424'an jî komek ji sê kesan a ji bajarê Hamburgê yê Elmanyayê ye.
Mahmût Erdogan bi navê komê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku bêdengiya CPT a li lpêşberî tecrîda giran ku bi salan e li ser Rêber Apo tê meşandin, nayê qebûlkirin.
Di vê navberê de bi navê Komîteya Nobedê Zulfu Bîngol, êrişên qirkirinê yê li dijî civaka Êzidî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em qirkirin û zîhniyeta qirkirinê ya ku 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd wê serî li ber fermanên bi vî rengî netewîne û dest ji daxwaza xwe ya azadiyê bernede.
ANF/ STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.